Ji malbata Şenyaşar, Ferît Şenyaşar bû parlamenterê YSPê

Hewlêr (Rûdaw) – Ji malbata Şenyaşar, Ferît Şenyaşar ku bav û du birayên wî di hilbijartinên sala 2018an de hatin kuştin, û di hilbijartinên vê carê de li Rihayê li ser lîsteya Partiya Çepên Kesk (YSP) wek berbijêrê parlamenteriyê hatibû nîşandan, di hilbijartinan de biserket û wek parlamenterekî YSPê yê Rihayê hat hilbijartin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ragihand ku %100 dengan hatine hejmartin û encamên herî dawî yên hilbijartinan aşkere kir.

Li gor encamên ku YSKê belav kirine, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji 14 kursiyên parlamenteriyê, AK Partiyê 8 kursî, YSPê 4 kursî, CHP 1 kursî û MHP jî 1 kursî bidest xistine.

Weke ku YSKê belav kiriye, Hevpeymaniya Ked û Azadiyê li Rihayê %25.32ê dengan û Hevpeymaniya Cumhur jî %55.72ê dengan qezenc kirine.

Di nava 4 parlamenterên YSPê de yên Rihayê de, ji malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî heye ku di hilbijartinên sala 2018an de, bav û du birayên wî ji aliyê parêzvanên parlamenterekî AK Partiyê ve hatin kuştin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê roja 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du bira û bavê Ferît Şenyaşar kuştibûn, û birayekî wî yê din jî birîndar kiribûn.

Ji wê demê ve heta niha Ferît Şenyaşar ligel dayika xwe Emîne Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirine.

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar duh 14ê Gulanê roja birêveçûna hilbijartinan li navçeya Sirûcê di navendeke dengdanê de amade bûbûn û dengên xwe dabûn.

Ferît Şenyaşar paşê li ser Twitterê ev peyam belav kiribû:“Ji bo pêşerojeke demokratîk û dadweriyê me dengê xwe da guhertinê. Ti meqam ji jiyana mirovan bi qîmettir nîne. Em hêvî dikin ku hilbijartineke demokratîk pêk were.”

Parlamenterê hilbijartî yê YSPê yê Rihayê, Ferît Şenyaşar îro jî li ser twitterê wêneyekî xwe li ber Dadgeha Rihayê belav kiriye û ragihandiye: “Me nikarîbû bi "DEREW" û "HÎLEYÊN" we re serederî bikira, ev ji bo me bû derd. Emê jî qet dev ji têkoşîna xwe ya 'EDALET'ê bernedin, bila ew jî ji we re bibe 'DERD'. Em di roja 784. a Nobeda xwe ya Adeletê de li ber Dadgeha Rihayê ne.”