Li Meletiyê erdhej çêbû

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 3.7 pileyê Rîxter çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, îro erdhejekê parêzgeha Meletiyê li Bakurê Kurdistanê hejandiye.

Li gor AFADê, erdhej îro Duşemê di saet 13:58an de û li navçeya Wêranşar a Meletiyê çê bûye.

Hatiye ragihandin, ku hêza erdhejê 3.7 pileyê Rîxter û di kûrahiya 9.58 kîlometriya binê erdê de çêbûye.

Ji ber erdhejê bo dmeke kurt xelkê herêmê tirsiyan û derketin derve.

Li herêmê tu bûyerên neyînî nehatin dîtin û di encama erdhejê de ti zirar çênebûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst