Li Şirnexê bûyera trafîkê: 2 zarok mirin

15-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, îro otombîlekê li du zarokan da û di encamê de herdu zarokan canê xwe ji dest dan.

Îro 15ê Gulanê li ser rêya Hezex – Midyadê otombîla ku şofêrê wê A.K. yê 18 salî bû li Îslam Temizê 13 salî û Lokman Temizê 14 salî da, ku bîsîklêt diajotin.

Her du zarokên pismamên hev bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Îslam û Lokman ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê her duyan jî canê xwe ji dest dan.

Şofor K.A. yê ku belgeya wî ya şofortiyê nebû ji aliyê hêzên emnî ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst