Encamên hilbijartinên Tirkiyê dê çi bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike?

15-05-2023
Hisên Omer
Li Tirkiyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê birêve çûn
Li Tirkiyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê birêve çûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên van hilbijartinên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin kirin dê bandoreke rasterast li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kuristanê bikin. Yek ji mijarên herî girîng hebûna hêzên Tirkiyê li nav xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û siberoja vê hebûnê ye.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li benda encamên dawî yên hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne ku dê bandoreke rasterast li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kuristanê bikin.

Mamosteyê zanîngehê li Bakurê Kurdistanê Vahap Çoşkun ji bernamrya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, eger opozisyona Tirkiyê jî di hilbijartinan de bi ser bikeve, proseya vekişandina hêzên serbazî ne hêsan e.

Mamosteyê Zanîngehê Vahap  Coşkun got: “Eger sibê opozisyona Tirkiyê bibe desthilatdar dîsa jî ne hêsan e ku leşkerên Tirkiyê di heyameke kurt de ji Sûriyê vekişe. Çend sedemên vê yekê hene divê em wan li ber çavan bigirin. Peywendiyên Tirkiye û rejîma Sûriyê dê çawa bibe, ew dê li hev bikin an na. Duyem jî helwesta çekdarên Tirkiyê piştgiriya wan dike dê çawa be.”

Siyasetmedarê serbixwe yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Kamîran Hac Ebdo ji heman bernameyê re got, eger Berbijêrê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe serokê Tirkiyê dê hêzên welatê xwe ji nav xaka Sûriyê vekişîne.

Di bangeşeya hilbijartinên serokatî û parlemantoya Tirkiyê de, helwest ji rewşa Sûriyê û mijara pêwendiyên li gel hikûmeta Sûriyê, û bi taybet pirsa penaberên Sûrî li Tirkiyê ji mijarên herî germ bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst