Îro bi sedan kes di deriyê Sêmalka re vegeriyan Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi sedan kes bi rêya Deriyê Sînorî yê Sêmalka-Peşabûrê yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Îro Duşemê 15ê Gulana 2023yan li deriyê Sêmalka qerebalixiyeke zêde hebû.

Li gorî dîmenên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, li Deriyê Sêmalka yê sînorî bi Herêma Kurdistanê re bi sedan otombêl rawestiya ne, da ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Berê biryar bû, kesên îqameyên Ewropî bi wan re heye di rojên şemî, duşem û çarşemê derbas bibin, lê ji wan re hatiye dirêjkirin, lê niha tenê roja çarşemê ji penaberê Rojavayê Kurdistanê yên ku bi seredan çûne Rojavayê Kurdistanê maye vegerin.

Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku %60 ji kelûpelên xwarinê yên Rojavayê Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.