Sînan Çîfturek li ser lîsteya YSPê bû parlamenter

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Sînan Çîftyurek Partiya Çepên Kesk (YSP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor encamên fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Serokê Partiya Komonîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de li parêzgeha Wanê li ser lîsteya Partiya Çepên Kesk (YSP) wek berbijêr hatibû nîşandan, dengên pêwîst misoger kirine û wek parlamenterê Wanê hatiye hilbijartin.

Roja 14ê Gulanê, hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) belav kirine, li ser asta Tirkiyê Hevpeymaniya Cumhur di rêza yekem de ye û %49.3 deng bi dest xistine, Hevpeymaniya Millet di rêza duyem de ye û  %35.1 û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê jî %10.1ê dengan bidest xistine.

Di nava berbijêrên Serokkomariyê de jî, Recep Tayyip Erdogan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bi bidestxistina %49.50 dengan di rêza yekem de ye û Kemal Kiliçdaroglu berbijêrê Hevpeymaniya Millet %44.89ê dengan bi dest xistiye, lê ji ber ku ti kesî rêjeya 50+1 bi dest nexistiye, hilbijartina serokkomariyê derbasî qonaxa duyem dibe.

Her li gor encamên ku YSKê belav kirine, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoyê de YSPê %52.97ê dengan û AK Partiyê %26.12 dengan misoger kirine û bi wê yekê ji 8 kursiyên parlamenteriyê yên Wanê, YSPê 6 kursî û AK Partiyê jî 2 kursî birine.

Di nava berbijêrên serkeftî yên YSPê yên Wanê de, Serokê Partiya Komonîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî heye.

Ji lîsteya YSPê ya Wanê, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Zûlkûf Uçar, Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Gulderen Varil û Mahmut Dindar jî wek parlamenter hatine hilbijartin.

Sînan Çîftyurek ji sala 2011an ve Serokê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê bû û paşê di sêyemîn kongreya wê partiyê de ku sala 2018 hat lidarxistin, navê partiyê bo Partiya Komonîst a Kurdistanê hat guhertin. Çîftyurek niha serokê wê partiya Kurdî ye.

Sînan Çîftyurek niviskar û siyasetvanekî Kurd e ku sala 1952an li gundekî ser bi bajarokê Sîwerekê yê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di hilbijartinên serokkomariyê de jî li Wanê, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %62.19ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %35.61ê dengan bidest xistine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst