Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Amedê: Em ji encamên Amedê razî ne û me dengê xwe zêde kirin

15-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Amedê: Em ji encamên Amedê razî ne û me dengê xwe zêde kirin
Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Amedê: Em ji encamên Amedê razî ne û me dengê xwe zêde kirin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Amed AK Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Amedê Mehmet Şerîf Aydin ragihand ku ew ji encamên hilbijartinê yên li Amedê razî ne û wan li gor hilbijartinên pêştir dengê xwe zêde kirine.

Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Amedê Mehmet Şerîf Aydin bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak da.

Derbarê encamên hilbijartinan de Mehmet Şerîf Aydin got: “Em ji encama parlementeriyê razîne ji ber me hêjmara herî zêde biriye. Dîsan bi saya Xudê û piştgiriya xelkê hêjmara herî zêde ya parlementeran di parlementoyê de ya Hevpeymaniya Cumhure û deshilata me dê berdewam bike. Hilbijartinên Serokkomariyê hîn encama dawî eşkere nebûye, lê di wêde jî me serkeftinek mezin bidest xistiye. Bi rikeberê herî nêzîkî xwe re em bi 2 milyon dengan li pêş in. Ev bi dengên derve re bibe yek û bi %50 xilas bibe, em di gera yekem de nebin jî emê di gera dûwem de piştî 13 rojên din bi saya Xudê û piştgiriya xelkê dê serokkomarê me dîsan bi ser bikeve û di vê yekê de ti gomana me tuneye. Deshilata me dê 5 salên din berdewam bike û hemû weberhênanên me kirîn, gavên me avêtîn û siyaseta me li ser bingeha ku ji xelkê me re bi feydebe dê bi awayek herî bihêz berdewam bike.

Li ser encamên Amedê jî Mehmet şerîf Aydin got: “Li Amedê li gor hilbijartina berî vê dengên me zêdebûne. Me hêjmara parlementerên xwe parast. Wek hinek li bendê bûn û got gotên dihatin kirin nebû, berovajî me dengên xwe bilind kirin û hêjmara parlementerê xwe jî parast. Ji vir û şûn de eger em li rewşê temaşe bikin em xwediyê hêjmara herî zêde ya parlementerane li parlementoyê, hêjmara parlementerên HDPê jî ger em bihesibênin, em ji encamê razîne.”

Mehmet şerîf Aydin herwiha got: “Hinekan bi taybet yên HDPê şansê yekê heta diduyan jî ne didan hebûn. Lê di encama xebatên me û rêxistina me de, me 3 parlementer garantî didîtin û em ji wê yekê jî piştrastbûn ku dengê me dê li gorî hilbijartinên berî vê zêde bikin û wisa jî bû. Têra çara nekir, ji ber ku me çar dernexistine em xemgînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst