Turkan Elçî wek parlamenter hat hilbijartin

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Turkan Elçî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Turkan Elçî hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji herêma sêyemîn a Stenbolê di lîsteyên CHPê de wek parlamenter hat hilbijartin.

Turkan Elçî tevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hatibû kuştin di meha Adarê de beşdarî CHPê bûbû.

Turkan Elçî ji Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 3yem de wek berbijêra parlementeriyê hatibû destnîşankirin.

Li gorî encamên hilbijartinê ku heta niha hatine eşkerekirin, ketina Turkan Elçî ya parlamentoyê misoger bûye.

Turkan Elçî kî ye?

Turkan Elçî li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê qedand.

15 salan mamostetiya zimanê Tirkî kir, paşê dest ji kar berda û Fakulteya Hiqûqê qedand.

Niha jî di bin banê Baroya Amedê de parêzeriya serbixwe dike.

Piştî kuştina hevjînê xwe Tahîr Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî damezirand

Romaneke Elçî ya bi navê “Qijika Şîn” heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst