Parlamenterên nû yên Amedê kî ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên Amedê, Partiya Çepên Kesk bi rêjeya ji sedî 62yê dengan 8 parlamenter, AK Partiyê jî bi rêjeya ji sedî 24ê dengan bû 3 parlamenteran bi dest xistin.

Piştî hilbijartina 14ê Gulanê yê yê parlamenteriyê kesên ku dê di Parlamentoya Tirkiyê de nûnertiya Amedê bikin diyar bûn.

Li Amedê 3 hezar û 685 sindoqên ku hatibûn danîn bi temamî hatin vekirin.

Dengên ku hatine dayîn:

937,058

Dengên ku hatine hejmartin:

905.822

Rêjeya beşdarbûnê:

Ji sedî 81.70

Tevahiya dengdêran:

1.147.014

Li gorî encamên nefermî yên Amedê, AK Partiyê 3 kursî bi dest xistin, li aliyê din Partiya Çepên Kesk jî 8 kursî bi dest xistin.

Her wiha Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî piştî 21 salan cara yekem ji Amedê parlamenterek şande Parlamentoya Tirkiyê.

Parlamenterên nû yên Amedê:

Partiya Çepên Kesk

Berdan Ozturk

Halide Turkoglu

Osman Cengîz Çandar

Adalet Kaya

Serhat Eren

Sevilay Çelenk Ozen

Mehmet Kamaç

Ceylan Akca Cupolo

AK Partî

Galip Ensarioglu

Mehmet Saîd Yaz

Suna Kepoglu Ataman

CHP

Sezgîn Tanrikulu

AK Partiyê di sala 2018an de bi 178 hezar û 710 dengan 3 parlamenter, HDPê jî bi 556 hezar û 594 dengan 9 parlamenter şandibû Parlamentoya Tirkiyê.