Kiliçdaroglu bi strana 'Dar Hêjîrokê' betalkirina konsera Aynur Dogan rexne kir

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Aynur Dogan Stranên Kurdî Dar Hêjîrokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Derinceyê ku di destê partiya desthilatdar a Tirkiyê AK Partiyê de ye, konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” betal kir. Serokê Giştî yê CHPê ev biryar rexne kir û weke piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kir.

Şaredariya Derînceyê li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê ragihand, konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ku hatibû plankirin di 20ê Gulanê de li navçeya Derînceyê bê lidarxistin, hatiye betalkirin.

Şaredariyê diyar kir ku konser bi hinceta "ne guncaw e" hatiye betalkirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Derînceyê de hatiye gotin: “Di encama lêkolîna berfireh de hat diyarkirin ku organîzeya konserê ya ku ji aliyê kompanyayeke taybet ve di nava sînorên navçeya me de dê bê lidarxistin, ne guncaw e û ji aliyê şaredariya me ve çalakî hat betalkirin.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li biryara Şaredariya Derinceyê girt û wek piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kir.

Kilicdaroglu got: “Bi şev muzîk qedexe ye. Ciwan ji muzîka KPOPê hez dikin, qedexe ye. Li şaredariya AKPê muzîka Kurdî qedexe ye. Divê guhertineke makezagonê ya qedexekirina şahiyê bînin, ev ji bo wan baş e. Em azad çêbûn, em dê li vî welatî azad bimirin. Vê yekê bike serê xwe AKP. Bi şev Dar Hejîroke baş diçe…”

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst