Biryara Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Hikûmeta Amerîkayê Cezayên Sezar ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de rakir, biryar ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Li bajarê Qamişlo yê li Rojavayê Kurdistanê beşekî berbiçav ji welatiyan pêşwaziyê li biryara hikûmeta Amerîkayê ji bo hilanîna Sizayên Sezar ji ser navçeyên di bin desthilata HSDê de.

Welatiyê Qamişloyê Şukrî Yûsif got “Heta ku biryara Amerîka ji bo weberanînê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bê cîbicîkirin divê keşeke guncaw bê misogerkirin ji bo weberanînê. Herwiha rizgarkirina ji destdirêjiyên Tirkiyê li ser naçveyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêla sînorî bi giştî.”

Li gorî biryara Wezareta Gencîneyê ya Amerîka, rêdan bi hebûna weberanînê di hinek waran de, li navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser, rê pê hatiye dan, ji wan: Çandinî, avedankirin, wizeya pak, tendirustî, pîşesazî û bazirganî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ev biryar piştgiriyê li stratejyaya rêveberiya Biden a taybet bi têkşikandina DAIŞê dike, ew jî bi rêya vejandina abûriya wan navçeyan ku di dema çend salên bûrî de, ji jêr destê rêxistina tundrew hatin derxistin.

Ev biryar di demekê de ye, di dema van çend mehên bûrî de, nirxên kesresteyên xwarinê gelekî bilind bûne.

Welatiyê Qamişloyê Mahir Zahir diyar kir “Bandora sizayên Sezar li ser miletê Sûriyê bi giştî heye. Dibêjin ku van sizayên Sezar li ser rojavayê Sûriyê rakin ti bandora wê nîne. taybet li ser nirxan ji ber ku kelûpelên me ji Şamê tên û nirx sê qat zêde bûne. Lî aliyêkî din ev kelûpelên me ji Tirkiyê tên û bi dolar tên hesabkirin. Em bi dolar distînin û bi perê Sûrî danûstendinê dikin. Li aliyê din jî bi heman şeweyî ji Herêma Kurdistanê tên”

Îlona 2014yan alîkarîkirina şervana ji aliyê Amerîkayê ve di şerê Kobanê de destpê kir, piştre jî pêkvekarkirina navbera Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê û HSDê destpê kir, bi mebesta têkşikandina DAIŞê û heta niha jî ew pêkekarkirin berdewam e.