HPG û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bîlançoya şer belav kirin

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan HPG TSK Operasyona Pence-Kilîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) daxuyand ku di operasyona "Pence-Kilîl" a li Zap, Avaşîn-Basyanê de heta niha 85 PKKyiyan canê xwe ji dest dane. Li aliyê din HPGê ragihand ku hejmara leşkerên di şer de hatine kuştin 427 in.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) di 17ê Nîsanê de li herêma Zap û Avaşîn-Basyanê ya li ser sînorê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, li dijî PKKê operasyoneke bi navê " Pence-Kilîl" dabû destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de li herêmê heta niha jî şer didomin, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û baskê leşkerî yê PKKê HPGê têkildarî encamên şer bîlançoyên cuda eşkere kirin.

Di daxuyaniya 14ê Gulanê ya li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku operasyonên li herêmê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh 3 PKKyî bûne hedefa SIHAyan û PKKyiyên ku li herêmê canê xwe ji dest dane 85 in.

Daxuyaniya HPGê

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bîlançoya şer û pevçûnên mehekê li Zapê, Avaşîn-Basyanê qewimîn belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmê HPGê li dijî leşkerên ku derketine operasyonê 343 êrîş pêk anîne û di encama van êrîşan de 427 leşker hatine kuştin û 88 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya HPGê, herêm ji aliyê TSKyê ve 917 caran bi firokeyan, 719 caran bi helîkopteran û 1274 caran jî bi topên obusê hatiye bombebarankirin.

HPGê her wiha ragihand ku ji destpêka şer ve 25 HPGyiyan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst