'Mamoste jiyaneke çêtir heq dikin'

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo 60 saliya damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyam belav kirin û pîrozbahî li mamostayên Kurdistanê kirin. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku mamoste jiyaneke çêtir heq dikin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama ku di hesaba xwe ya Twitterê de belav kir û got, “Em girîngiyê didin rola mamosteyan a girîng û pîroz di perwerdekirin û mezinkirina nifşên niha û yên pêşeroja Kurdistanê de.” Her wiha di beşeke peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku mamoste kilîla serkeftina civakan in û ew jiyaneke çêtir heq dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de pîrozbahî li serok û endamên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku mamosteyan di parastina mafên gelê Kurd de roleke pêşeng lîstine û mamosteyên Kurdistanî di prosesên cuda yên tekoşîna gelê Kurdistanê de û di berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de, mezinkirina nifşên nû û pêşxistina hişyariya civakî de roleke sereke lîstine.

Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku mamoste dikarin bi perwerdeyeke rast û pêşketî civakeke tendurist û niştimanperwer ava bikin.

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya mamosteyên Kurdistanê kir ku di rojên herî dijwar de hemû hewlên xwe dane bo berdewamiya xebatên xwe.