Girê Miraza dê li Navenda Netewên Yekbûyî bê pêşandan

15-05-2021
RÛDAW
Nîşan Girê Miraza Netewên Yekbûyî Pêşandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Miraza li parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê bi dîroka xwe ya 12 hezar salan wek `noqteya sifrê ya dîrokê` tê naskirin û ji Gobeklitepe nusha bermahiyekê dê li Navenda Giştî ya Netewên Yekbûyî bê pêşandan.

Girê Miraza ku mîrateya çandî ya Cîhanê ye, wê bi nusha bermahiyeke di beşa Dyê de, kêla `P18` bê pêşandan.

Dirêjahiya vî kêlî  5,5 metreye û wê nusha wî ji kevirê kilsê bê çêkirin û bo Netewên Yekbûyî wek yadîgariyeke hûnerî ya fermî bê pêşkêşkirin.

Ev nusha vê bermahiyê wê li Navenda Giştî ya Netewên Yekbûyî ya li Newyorkê mayînde bimîne. Ev jî wê derfeta danasîna Girê Miraza ku mîrateyeke çanda gerdûniye zêde bike.

Ev li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê bibe bermahiya duyemîn ku li Navenda Giştî ya Netewên Yekbûyî ya li Newyorkê tê pêşandane.

Yekem car di 1970an de nusha nivîsa Peymana Aştî a Qadeşê bo Netewên Yekbûyî hatibû pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst