Li Mêrdînê bi hezaran masî mirar bûn

15-05-2021
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Şemrex Masî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexa ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve ji ber hişksaliyê di gola ku ava wê kêm bûbû de, bi hezaran masî mirar bûn.

Li Taxa Tezne ya ser bi Şemrexê ve ji ber ava golê ziwa bûye bi hezaran masiyên mirarbûyî li qiraxa golê kom bûn. Li ser van dîmenan niştecîhên taxê rayedar agahdar kirin.

Li gor ku welatiyên taxê agahî dane, ev masî demeke dirêj e ku li vê golê dijîn û cara yekemîn e ku ew rastî tiştekî wiha hatine û welatî dibêjin, “em gelekî xemgînin.”

Li gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê av kêm bûye û ev jî dibe sedema mirarbûna masiyan.

Herwiha hişkesalî karîgeriyeke xerab li ser sirûştê jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst