Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê li ser kêmkirina ava Çemê Firatê berdewam e û Rêveberiya Xweser jî hişyarî dide ku metirsî heye torbîna dawî ya Bendava Tişrînê rawest e û Wezareta Avê ya Iraqê jî dibêje, asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Kobanî ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber kêmbûna asta ava Çemê Firat, ew neçar bûne ku demjimêrên berdana ava vexwarinê û elektrîkê li ser xelkê kêm bikin.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser dibêje, ku niha tenê torbîneke Bendava Tişrînê di kar de ye û eger bi vî şêweyî qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be, metirsiya rawestandina wê Torbînê jî heye û wê demê, elektrîka bendava Tişrîn-Rojava bi yek carî ji ser deverê qut dibe.
Wezaretên samanên avê yên Iraqê û Sûriyê jî van rojan di peywendiyê de ne û daxwaz ji Tirkiyê dikin ku beşa wan a ji ava çemê Firatê li gorî rêkeftinên navdewletî berde.
Wezareta Samanên Avê ya Iraqê aşkere dike, asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye û gelek zirar û ziyan li pey xwe anîne.
Cîgirê Hevserokatiya Herêma Kobanî Nîhad Ehmed li ser vê “krîza avê” beşdarî bultena Rûdawê bû û bibîr xist ku li gor rêkeftina 1987an Tirkiye û Sûriyê, “divê Tirkiye rojane 500 metre sêca avê bo Sûriyê berde. Li gora rêkeftina 1989an jî ji sedê 44 ji ava Firatê para me ye. Niha rojane derdora 150 metre sêca av tê. Daketina avê pirsgirekeke mezin ji bo bendavan jî çê dike.”
Li ser belavkirina ava vexweran û elektrîkê bi ser xelkê de jî Nîhad Ehmed diyar kir 84 gundên Kobanî niha bê av mane û “di Kobaniyê de jî rojane 8 demjimêr û li gundan jî 6 demjimêr elektîrik tê dabînkirin. Di rewşa avê de jî li Kobaniyê pirsgirêk derdikeve.”
Cîgirê Hevserokatiya Herêma Kobanî hişyarî jî da û got ku eger bi vî awayî kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be ew torbîna dawî ya Bendava Tişrînê jî dê rawest e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse