Partiyên Kurdistanî bertek nîşanî 'êrişa nijadperest' a li dijî malbata Kurd dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê 3 roj berî niha malbateke Kurd a ji Hewlêrê rastî êrişa grûpekê hat û bav û kurr birîndar bûn. Partiyên Kurdistanî jî bi şêweyekî tund ev êrişa nijadperest şermezar kirin.

Yekem roja Cejna Remezanê ew malbata Kurd ji Edene ber bi Entalyayê ve birê ketibû, di demekê de ji aliyê 4 kesên Tirk ve rê li ber wê hate girtin û piştî sivkatî û sixêfdanê bi Kurd, bavê malbatê û kurê wî yê 12 salî hatin birîndarkirin. Piştre ji ber dijwariya birînê bav bo nexweşxaneyê hate şandin.

Vê bûyera ku bi rêya Rûdawê belav bû, deng karvedan li pey xwe anîn û li ser vê yekê 3 êrişkar hatin desteserkirin û biryara girtinê derbarê 2 ji wan êrişkaran de hat dayîn.

PAK: Tirkiye siyaseteke piralî ya li dijî Kurdan dimeşîne

Partiyên Kurdistanî jî bertekeke tund nîşanî êrişa li dijî malbata Kurd a ji Hewlêrê dan. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, li gor zanyariyên ku malbata Hewlêrî dane, “êrîşkarên nijadperest ji malbatê dipirsin “gelo hûn Kurd in yan Ereb?” Gava malbat dibêjin ”em Kurd in”, yekser  dikevine ber êrîşên wan nîjadperestan.”

PAK rexne li helwesta Waliyê Mêrsînê digire û diyar dike ku ew “meseleyê berovajî dike û wek şerekî  di encama bûyereke trafîkê de, nîşan dide.”

PAK êrişa li Trabzonê jî bibîr dixe, “2 sal berê jî li bajarê Trabzonê yê Tirkiyê grûbeke ji xelkê Başûrê Kurdistanê tûşî êrîşên hinek nîjadperestên Tirkan bibûn û  êrîşker her bê ceza hatibûn berdan.”

Di daxuyaniya PAKê de hatiye, “Dewleta Tirkiyeyê  ji bo ku her destkeftineke miletê Kurd  têk bide, ji bo ku rê li ber her destkeftineke  nû ya miletê Kurd bigere, ji aliyekî  li ser her çar perçeyên Kurdistanê êrîşên berfireh dimeşîne; ji aliyekî ve jî  siyaseteke şowen,  pir alî ya li dijî  Kurdan dimeşîne.”

PAK tekez dike ku “di encama vê siyaseta Dewleta Tirkiyê de pêlên nîjadperestî û dijminatiya Kurdan di nav civata Tirkan de jî gihîştiye asteke metirsîdar û vb jî êrîşên ne mirovane, êrîşên nîjadperestî bi xwe re tîne. Dewleta Tirkiyê berpirsê esasî yê van êrîşan e.”

PAK dibêje, “Rayedarên Dewleta Tirkiyeyê  ji aliyekî ve bi siyaseta xwe ya li dijî Kurdan van êrîşan teşwîq dikin, ji aliyekî ve jî , meseleyê berovajî dikin û van êrîşan weke pevçûnên  şexsî  yên di nav du malbatan de rû daye nîşan didin û dibin piştgirên êrîşker ên nîjadperest.”

Herwiha PAKê spasiya Baroya Amedê jî kir ku “di cih de midaxeleyê vê meseleyê kiriye û li malbata Kurdên Hewlêrî  xwedî  derketiye.”

Di daxuyaniya PAKê de hatiye, “Divê baş bê zanîn ku,  miletê Kurd ê ku bi jenosîden Enfalan û  Helebçeyan, ji tu jenosîdan serê xwe li hemberî zilm û neheqî û nîjadperestiyê netewandiye, dê li himberî  êrîşên nîjadperestên li Tirkiyeyê jî serê netewîne û dê li her çar perçeyên Kurdistanê jî her bigihije azadiya xwe.”

PAK hişyarê li ser hinek planan dide û bang dike,  “Heger hinek hêzên tarî û nemirov ên Dewleta Tirkiyê li dûv planên qirêj yên ku bixwazin gelê Kurd û gelê Tirk bera hevdu bidin de bin, helbet ku miletê ku hişyar e û dê neyê vê provokasyonê. Lê em bangî aştîxwaz, demokrat, azadîxwaz û parastvanên mafê mirovan yên gelê Tirk jî dikin da ku li himberî planên provokatîf hişyar bin û gelê Tirk jî hişyar bikin da ku bila xêrnexwaz negihêjin armancên xwe yên qirêj.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de PAK “êrîşa nîjadperest” şermezar dike û bang li dewleta Tirkiyê dike da ku “dest ji vê siyaseta xwe ya li dijî Kurdan berde û nebin piştgir û alîkarê êrîşkerên nîjadperest.”

HAK-PAR: Ev êrîşeke plankirî bû

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û bang li wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê kirk u desterdanê di bûyerê de bikin û dibêje, “Eger ev êrîşa nijadperestî li ser komeke turîst a ne Kurd pêk were, wê heman bertek be? Beriya niha jî li Ûzûngolê êrîşeke faşîst a bi heman rengî hate kirin. Wê demê li şûna êrîşkaran tûrîstên Kurd hatin sûcdarkirin û dersînorkirin.”

HAK-Par diyar dike, “Êrîşa dawî êrîşeke plankirî bû. Divê dozger vê xalê li ber çavan bigirin, îddîaname amade bikin” û bale dikişîne ser rewşa niha, “Di demên dawî de li Tirkiyê li dijî Kurdan zexta faşîst bûye sedem ku kîn û nefret mezin bibe.”

Her di wê daxuyaniya xwe de HAK-PAR tekez dike, “Dijminahiya Kurdan bi hişmendî bi fermana herêmî ya dijî Kurd tê amade kirin. Ev pratîkên antî-Kurd bi êrîşên faşîst ên nîjadperest ên li Tirkiyê tên dîtin.”

HAK-PAR rexne li helwesta medyaya Tirkiyê jî digire û dibêje, “Çapemeniya Tirk ku weke rojnameya fermî kar dike, li hemberî nûçeyên li ser Kurdan bêdeng e. Girîng e ku çapemeniya Tirk nûçeyên rojane yên birînên "pisîk-kûçik" derdixîne û li hemberî van êrîşên dijminane yên li hemberî Kurdan bêdeng dimîne.”

Partiya Maf û Azadiyan van “kiryarên dijî Kurd” şermezar dike û “feraseta ku vê zîhniyeta faşîst a nîjadperest diparêze û zîhniyeta kevneperest” bi tundî şermezar û protesto dike.

PDK-Bakur: Dijmintiya Kurdan îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk e

PDK-Bakur jî di daxuyaniya xwe de rexne li helwesta Parêzgarê Mêrsînê girtin ku ew êrişa li dijî malbata Kurd girêdabû bi “aloziyeke trafîkê” û behsa wê serdana şandeke Baroya Amedê ya bo wê malbatê dike û dibêje, “li nexweşxanê rastî êrîşa polîsên tirk hatin û polîsan berdewam arîşe derxistin, û têkiliya malbata Kurd û parêzerên wan ji aliye dozger ve hat astengkirin.”

Herwiha PDK-Bakur tekez dike, “Ev helwesta dezgehên mêtîngeriyê bi xwe îddîaya wan ên ev "êrîşeke etnîkî û nîjadperestî nîne" derewîn derdixe. Êrîşa ku malbata Kurd ya Başûrê Kurdistanê rast hat ne bûyereke normal û ji rêzê ye. Gelê Kurd li Tirkiyê rojane tûşî êrîşên nîjadperestî dibe û taloke ya êrîşan roj bi roj zêde dibe. Ji bo nîjadperestên tirk ferq nîne ku Kurdek ji kîjan parçeyî ye, ji bo wan hemî yek in.”

Di daxuyaniya PDK-Bakurê dê behsa helwesta dewletêa Tirkiyê ya li hember Kurdan tê kirin û tê gotin, “Nefretkirina ji Kurdan yek ji pêkhateyên herî bingehîn a îdeolojiya fermî ya dewleta tirkan e. Armanca mezin a îdeolojiya dewleta tirk jî qirkirina netewa Kurd e. Em dibînin ev siyaseta dijî Kurdan ji aliyê piraniya gelê tirk ve hatiye pejirandin û ev nîjadperestiya tirkan li hemî qadên jiyanê xwe li ser me Kurdan ferz dike.”

PDK-Bakur, tekez jî dike, “partiya me paşêroja gel û netewa me di nav sîstema dewleta dagirker de nabîne û dabînkirina derfet a pêkve jiyanê bi gelê tirk re qebûl nake. Tekane rê û çareserî li Bakurê Kurdistanê avakirina dewleteke serbixwe ye. Partiya me bi vê boneyê banga xwe ya ji bo gelê Kurd ya xwerêxistinkirinê û siyaseta netewî dûbare dike.”