Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

15-05-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdî Kovara Hawar Zimanê Fermî Zimanê Kurdî Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehê û zimanê fermî li Tirkiyê.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê 9 partiyên Bakurê Kurdistanê ve hatiye damezirandin, îro bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ragihandinek belav kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku Zimanê Kurdî nasnameya her Kurdekî ye û divê were parastin û bê bikaranîn.

Herwiha Platforma Zimanê Kurdî tekez dike, ew kompanyaya îmzeyan a ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdê û duyemin zimanê fermî, hê jî berdewam e.

Platforma Zimanê Kurdî ku bi beşdariya DBP, HDP, PÎA , Partiya Komunîst a Kurdistanê, PSK, PAK, PDK-T, Pilatforma Demokratên Kurd û Partiya Azadî hatiye damezirandin, bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e Zimanê Kurdî bibe xwediyê pêgeha xwe ya taybet.

Herweha Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, di xebata siyasî de zimanê Kurdî bê bikaranîn û di civîn û çalakiyan da, bi Kurdî bê axaftin.

Li ser daxwaza zanayên ziman û edebiyata Kurdî, roja derçûna yekem hejmara govara Hawar di 15ê Gulana sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve, 15ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin û ji sala 2006ê ve ev roj tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst