HPGê derbarê hevjînên Kildan de daxuyanî da

15-05-2020
RÛDAW
Nîşan Şîmonî Dîrîl Hurmuz Dîrîl Şirnex Elkê Bêşebab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPGê derbarê wan herdu hemwelatiyên ku li Elkê winda bûbûn daxuyanî da û got, “Ew herdu hemwelatiyên Kildan ji aliyê 3 kontrayan ve hatin kuştin û termên wan avêtin çemê Hêzilê.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, derbarê  herdu hemwelatiyên Kildan ku li navçeya Elkê (Bêşebab) ya ser Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve winda bûbûn, daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê, ew herdu hemwelatiyên Kildan ku hevjîn in roja 11ê Çileyê ji aliyê 3 kesên ku “li herêmê karê kontra dikirin hatin revandin, kuştin û cenazeyên van welatiyên sivîl avêtin çemê Hêzilê.”

Herwiha di wê daxuyaniya HPGê de hatiye redkirin ku ti peywendiyeke hêzên wan li gel vê bûyerê hebe.

Hemwelatiyên Kildan ên bi navên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl roja 11ê Çileya 2020, li gundê Mehrê yê ser bi Elkê ve li Şirnexa Bakurê Kurdistanê, winda bûbûn.

Termê Şîmonî Dîrîl a 65 salî, roja 20ê Adarê, li ber çemekî nêzikî gund hatibû dîtin û li bajarê Stenbolê jî hatibû veşartin.

Heta niha termê Hurmuz Dîrîl ê temen 71 salî nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst