Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa herêmê û Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes civiyan û rewşa siyasî ya herêmê û asayişa Iraqê gotûbêj kirin.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 15ê Gulana 2019an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes civiyan û di civînê de geşedanên herî dawî yên herêmê bi giştş, reşwa siyasî, asayişa Iraqê bi taybetî û rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

 

Di civînê de herdu aliyan diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj yekane rêya parastina aramî û seqamgîriya herêmê ye.

 

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de herdu aliyan behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê ji aliyekî ve û Hewlêr û Bexda ji aliyekî din ve kirin, ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê wisa kiriye ku hejmarek pirsgirêk werin çareserkirin.

 

Ji ber vê yekê jî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes destxweşî li hewl û xebatên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

 

Herwiha îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes civiyan.

 

Li gor daxuyaniya civînê, pirsgirêk û tevliheviyên Kerkûk û Şingal û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî terorîstên DAIŞê gotûbêj kirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Mesrûr Barzanî gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê kiriye û hêviya xwe aniye ziman ku di demeke nêzîk de ew gotûbêj bigihin encamê.

 

Ji aliyekî din ve, Balyozê Brîtanyayê kêfxweşiya xwe li hember pêşketinên Herêma Kurdistanê û berdewambûna gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê nîşan daye û piştgiriya welatê xwe jî ji bo pêşvebirina peywendiyan û alîkariya Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan daye.