Platforma Zimanê Kurdî: Em deyndarê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê ku ji 9 partiyan pêk tê, bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û têde ragihand ku ew di mijara ziman, kultur û edebîyata Kurdî de îro jî xwe deyndarê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wîna dibînin.

 

Platforma Zimanê Kurdî, ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî civîneke rojnamevanî saz kir.

 

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyaniya platformê xwend û got: “Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em di mijara ziman, kultur û edebîyata Kurdî de îro jî xwe deyndarê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wîna dibînin. Em weke Platforma Ziman li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wîna bi rêzgirtin kemberbest dibin.”

 

Şerefxan Cizîrê diyar kir ku ew weke Platforma Ziman dixwazin bala gelê xwe bikşinin ser pirsa zimanê dayîkê û wiha pê de çû: “Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me ye, rûmeta me ye, hebûna me ye. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne û bi hemû hêza xwe lê xwedî derkeve. Hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona Kurdan giring e.”

 

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, Cizîrê pêşniyarên paltformên wiha rêz kirin: “Em weke Platforma Ziman dibêjin, di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendê me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahiyan de bi Kurdî biaxivin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li camîyan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînın. Li balafirgehan, li otogaran, di otobüs û minîbusan de, li şûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin… Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werın kirin. Ji bo zarokên xwe daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe hilbijêrin.”

 

Cizîrê  da zanîn ku weke Platform hinek daxwazên wan  bepirs û rayedarên hikûmeta Tirkiyê hene û got: “Em ji wan daxwaz dikin: Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî. Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin. Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zindanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin. Bila zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn. Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.”

 

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî herwiha got: “Ma gelo di vê dema me ya pêşketî de, ku dinya hemû bûye weke gundeki biçûk, ne cîhê şermê ye ku hîna jî li ser zimanê Kurdî zext û zor tê bikaranîn? Heke asimilasyon weke sûcekî mîrovahiyê tê dîtin, çima bi gelek rêbazên ku li dijî nirxên mirovantiyê ne siyaseta pişaftinê li ser Kurdan tê meşandin? Di vê pirse de divê rayedarên dewletê siyaseta xwe li gora mafên gerdûnî bigûherinin û zimanê Kurdî li welatê me bibe xwedîyê statüyek e. Platforma me bi hişmendî dibêje; li welatê xwe em berê Kurd bûn û dixwazin li vê dinyayê gewrik weke Kurd bimînin, weke Kurd bijîn û em qet naxwazin jî asimîle bibin!”