Piştî bombebarana Tirkiyê li sînorê Mêrgesor welatiyek wenda bû

15-05-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kurdistan Firoke Şer Mêrgesor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê çend navçeyên nêzîkê çiyayê Bûtîn bombebaran kirin û encam de welatiyekî wî sînorî wenda bû û çarenivîsa wî nediyar e.

 

Êvara roja Sêşemê 14ê Gulana 2019ê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîllayên PKKê de derket.

 

Qeymeqamê Qezaya Mêrgesorê Xefûr Ehmed Mela Siwar ji Rûdawê re got: "Tirkiyê bi rêya firokeyên şer û helîkopteran çend navçeyên çiyayê Bûtîn ê sînorê nehyeya Şêrwana Mezin bombebaran kir û di encam de welatiyek wenda ye û heta niha nehatiye dîtin."

 

Mela Siwar amaje bi wê yekê da ku nave wî welatî Lazim Elî Feqo ye û wê demê bi armanca komkirina giyayê biharê çûye navçeyê. Herwiha da zanîn ku çend tîm bi mebesta dîtina wî hevwelatiyî li cihê êrişê pişkinînê dikin.

 

Derbarê çarenivîsa Lazim Elî de jî, Mela Siwar got: "Ji ber wenda ye em nikarin bi piştrastî tiştekî bibêjin, lê guman ji wê yekê tê kirin ku ew welatî şehîd bûbe."

 

Mela Siwar da zanîn ku di vê dema dawî de tevgera leşkerên Tirkiye û gerîllayên PKKê zêde bûye û got: "Vê yekê xelkê navçeyê bi tevahî bêzar kiriye. Ligel ku çend caran bi rêya yên di ser xwe re me daxwaz kiriye ku rewşa xelkê li ber çav bigrin lê PKKê guh nedaye me û artêşa Tirkiyê jî di bombebaranê de qet dest naparêze."

 

Qeymeqamê Qezaya Mêrgesorê dibêje, çend gundên nehyeya Şêrwana Mezin ji ber şer û pevçûnan hatine valakirin û eger rewş bi vî awayî berdewam be, zerareke zêdetir a canî digihe xelkê deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst