Hunermend Yekbûn: Li Amedê Kurdî bûye zimanê feqîran

16-05-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî Amed Ziman Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 25 milyon kurd hene lê hê jî perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexe ye. Di dibistanên dewletê û kolejên taybet de kurdî weke dersa hilbijêr serbest e. Lê hem xwediyên kolejên taybet  û hem jî civaka kurd li hemberî dersa hilbijêr û zimanê kurdî xemsar e.

 

Li Bakurê Kurdistanê li bazarê roj bi roj zimanê kurdî dihele û li kolanan hema hema qet bi zimanê kurdî nayê axaftin. Asîmîlasyona dewletê ya li ser kurdî bi dawî bûye lê vê carê oto asîmîlasyon, ango xwe bi xwe bişaftin dest pê kiriye.


Yekbûn hunermendeke naskirî ye û li bajarê Amedê dijî. Di pêvajoya aştiyê de ji Almanyayê vegeriya û xwest li Bakurê Kurdistanê bijî.


Ew bi keça xwe Dilba re tim bi kurdî diaxive. Lê bi gazinc e. Lewre li Amedê kesên ku bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin gelek kêm in. Hem zexta li ser zimanê kurdî û hem jî xemsariya kurdên Bakurê Kurdistanê ya li hemberî ziman, wisa dike ku zimanê kurdî ber bi mirinê ve biçe.


Derbarê vê mijarê de hunermenda kurd Yekbûn ji Rûdawê re wiha axifî: “Li Amedê mixabin gelek zehmet e mirov kesên ku bi kurdî diaxive bibîne. Mirov tenê dikare li gundan û bazarê bibîne. Weke ku kurdî bibe zimanê feqîran an jî zimanê gundiyan. Wextê ku tu dikevî bajêr gelek zehmet e ku tu zimanê kurdî bibînî. Mixabin nifşê nû qet nizane.”  


Li bajarê Amedê 115 dibistanên taybet û kolej hene. Di hêla qanûnî de tu astengî li pêşiya dersa kurdî ya hilbijêr tune ye. Lê digel vê yekê jî li Amedê tenê li kolejeke taybet dersa kurdî tê dayîn.


Xwediyê koleja Dîcle Firatê Sebahatîn Korkmaz jî got: “Otoasîmîlasyon felaketeke mezin e li pêşiya me. Esas a ku em jê bi ûjdan berpirsyar in ev e; gerek kurd, civata kurdan, entellektuelên kurdan, siyaseta kurdan sedî sed kurdîze bibe û fam û feraseta kurdîtiyê bi pêş bixîne. Mixabin civata me sedî sed di meseleya kurdî de, zimanê kurdî de xemsar e.”


Piştî ku li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştî û çareseriyê ji holê rabû, di hêla xwedîderketina li zimanê kurdî de jî lawaziyek derkete holê. Lewre bi dehan sazî û dezgehên kurdî bi Rewşa Awarte hatin girtin. Tişta mayî tenê li dibistaneke taybet derseke kurdî ye.


Mamosteya dersa kurdî Leyla Eren wiha behsa dersa xwe kir: “Zarok  gava ewil bi kurmancî re rû bi rû dimînin ditirsin mixabin. Ên ku qet nizanin wek zimaneyekî biyanî tê ji wan re. Yên ku qet ji binî de nizanin ewil naxwazin dersa kurdî bibînin. Dibêjin ji me re pir zor tê, dijwar e. Lê piştre pir kêfa wan ji dersa kurdî re tê.”


Li tekena koleja ku bi kurdî dersa kurdî tê dayîn, zarok daxwaza zêdekirina dersa zimanê kurdî dikin. Ew dixwazin kurdî di nava civakê de belav bibe û li dibistanan jî bibe zimanê perwerdehiyê.


Xwendekarê bi navê Serwan Duzgun jî got: “Ez dixwazim ku dersa kurdî li hemû dibistanan hebe û heftiyê 5 rojan jî dersa kurdî be.”


Xwendekar Emîr Kaan da zanîn ku ew ew ji dersa kurdî pir hez dike û gelek dixwaze.


Xwendekar Harun Uçaman jî got, ew herî zêde ji dersa kurdî û futbolê hez deke.


Li gorî psîkologan gelek malbatên kurd ji tirsa ku dê zarokên wan dereng bi tirkî hîn bibin û di dersên xwe de lawaz bibin, naxwazin zarokên wan kurdî hîn bibin. Lê pisporên ziman berevajî vê yekê dibêjin; zarokên ku zimanê dayika xwe baş dizane, dikare zimanekî din baştir hîn bibe û di dersan de jî serkeftîtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst