Li Hesekê lehiyê ziyaneke mezin da welatiyan

Heseke (Rûdaw) – Li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê bi dehan welatiyên ku malên wan nêzîkî Çemê Xabur û Ceqçeqeyê xaniyên xwe vala kirin.

 

Berî sê rojan li herêma bajarê Hesekê baraneke zêde barî û li herêmê lehî ra di encamê de bi dehan welatiyên malên wan nêzîkî ÇemêXabûr û Ceqceqê  xaniyên xwe valakirin. Welatiyên Hesekê hêj bitirsin ku di rojên bê de, lehiyek bi hêztir rabe û loma ji aliyên pêwendîdar dixwazin ku derdora ҫeman bilind bikin.

 

Xelkên Hesekê daxwaz ji rêveberiya xweser dikin ku çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêka lehiyan re bibîne û dibêjin, pirsgirêk bi çend terektor remil û qûm çareser nabe.

 

Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihandin lehiyên vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê ziyaneke gelekî mezin gihand mal û zeviyên welatiyan, û bi tenê li bajarê Kobanê ziyan bi qasî 500 milyon lîreyan bû, ku dike nêzîka milyonek dolar.

 

Welatiyekî taxa Xwêranê Beşar Bebendî ji Rûdawê re wiha got: Ji ber baran û lehiyê ev sê ҫar roj in xelkên vê navҫeyê ji ber ku avê daya malên wan ji xaniyên xwe derketine. Duh av gelek bilind bû, şeredarî jî hat ev komên axê danîn weke ҫareseriyek bilez, lê em ҫareseriyek demkî naxwazin.”

 

Rêjeya zêde ya baranê ziyan ne tenê li malên welatiyan kir herwiha pirsgirêkên binesazî û avrêjiyê jî bi xwe re anîn, bi taybet ku ji destpêka alozya Sûriyê ve, xizmetên binesaziya bajêr lawaz bûne.

 

Şeredariya Gel a Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê dide zanîn ku ew bi hejmareke rêkaran ve li sê taxên bajêr rabûye, daku welatiyan ji egera hatine lehyê biparêzin.

 

Hevseroka Şeredariya Gel a Hesekê Cîhan Xelîl jî wiha axifî: “Li taxa Xwêran, Miftî, û Dolab Ewês hin deverin nizim li wir hene, dema ku baran zêde dibarê ziyan li xelkê dibe, lê bila miletê me netirse, me xwe amade kiriye û tîmên me yên hewarҫûne amade ne û komên axê jî li derdora wê navҫeyê bilind kir ne.”

 

Ne tenê li bajarê Hesekê lehî rabû, li çiyayê Kezwan (Ebdilezîz), bajarokê Holê, gundê başûrî Qamişlo û li hin gundên Tiltemir, Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî rabû. Di encamê de jê 6 zarok 7 kes binav bûn û jiyana xwe ji dest dan.