6 partiyên nerazî belgeyên xwe didin Konsulxaneya Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) – Îro şeş partiyên neraziyên encamên hilbijartinan, li Hewlêr û Silêmanî careke din civiyan û dixwazin belgeyên xwe bidin berhev û sibe li Hewlêrê bidin konsulxaneya Amerîkayê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ji Hewlêrê ragihand ku her şeş partiyên neraziyên encamên hilbijartinan îro sêşemê 15-05-2018an li baregeha jûra peywendiyên Tevgera Goranê li bajarê Hewlêrê li ser asta serkirdeyên partiyan cara duyem civînek pêk anîn ji bo axaftina li ser encamên hilbijartinan ku duh bi şev ji aliyê komîsyonê ve hat ragihandin. Biyar e di saet 16:00an de li hember baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyek bixwînin û pêngavên xwe yên din eşkere bikin.

 

Berpirsê Baregeha Tevgera Goranê ya Hewlêrê Hêmin Şêxanî li ser armanca civînê ji Rûdawê re ragihand: “Weke ku me soz daye berevanî li dengên welatiyên Herêma Kurdistanê yên hatine dizîn dikin û daxwaza mafê xwe dikin.”

Hêmin Şêxanî diyar kir: “Tiştê ku îşev herî zêde em nîgeran kirin, ji aliyê Komîsyona Bilind ve ragihandina encaman bû. Di civîna îro de biryar bû behsa mekanîzmayên cîbicîkirina wan 6 xalan bikin ku duh piştî civîna lûtkeya wan 6 partiyan hat ragihandin. Bêguman îro dibe ku axaftineke me ya din hebe. Em her gav daxuyanî dernaxin, rûniştina me ya îro li ser wê yekê ye ku em çawa tevbigerin, çawa em ê bi awayekî pratîk bi welatiyan bidin dîtin ku em çawa dengên wan diparêzin.”

 

Ji aliyekî din ve jî peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ji Silêmaniyê ragihand ku 6 partî bi berhevkirina belgeyên xwe mijûl in ku ew dibêjin sextekarî hatiye kirin û dixwazin sibe bidin Konsulxaneya Amerîkayê.

 

Daxuyaniya civîna 6 partiyên Kurdistanî

 

Serkirdeyên 6 partiyên Kurdistanî yên ku beşdarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê bûn, bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ew dixwazin li Herêma Kurdistanê, li Kerkûk û deverên cihê nakokiyê cardin hilbijartin were encamdan.

 

Serokê Tevgera Goranê Umer Seyîd Elî, Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Ehmed Salih, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn  Behaedîn, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, Rêberê Bizûtneweya Îslamî Îrfan Ebdulezîz û Sekreterê Partiya Komunîst Kawe Mehmûd ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartinan li baregeha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiyan.

 

 Piştî civînê Emîndarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di civîneke çapemeniyê de 6 biryarên 6 partiyên Kurdistanî eşkere kir:

 

1- Encamên nefermî û vê pêvajoya hilbijartinan red dikin.

 

 2- Daxwaz dikin ku li Herêma Kurdistanê, li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê cardin hilbijartin were kirin.

 

3- Armanca rasteqîn a partiyên beşdar ên di vê civînê de, parastina dengê rasteqîn ên xelkê ye.

 

4-  Ji bo vê mebesta li jor, em ê hemû rêkarên siyasî, yasayî  û sivîl, bêyî tundî û şidetê pêk bînin.

 

 5- Pêkanîna lijneyeke hevbeş a 6 partiyan ji bo vegerandina dengên rasteqîn, herwiha ji hemû aliyan re derî vekiriye ku beşdarî vê lijneyê bibin.

 

 6- Em ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê daxwaz dikin ku bilez bersiv bidin xwesteka me.

 

Tevgera Goran

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê

Komela Îslamî ya Kurdistanê

Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê