Parêzvanên yasayan kî diparêz in?
Hewlêr (Rûdaw) – Roja 27ê Nîsana 2017ê, li Hewlêrê, jin û zilamekî ji Efrînê, ku 6 meh bû zewicîbûn, bi destê cîranê xwe, di mala xwe de hatine kuştin. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed liser vê karesatê raporek amade kiribû û gotibû: “Xelkê Hewlêrê dibêjin, kuştina Seydo û hevjîna wî, 2 caran tawan e. Carekê jiber wê ye, hatine kuştin û cara din jî ji ber wê ye, ku ew li vir mêvan in û xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.”
Bêguman cihê xemgîniyê ye, ku li bajarekî weke Hewlêrê ya mêhvanperwer, tawaneke wiha rûbide. Lê bi baweriya min, ne 2 caran, lê 3 caran neheqî li vê malbatê hatiye kirin. Cara sêyemîn jî bi destê polîsên Hewlêrê.
Di destpêkê de vê yekê bêjim; ji bo dijûnekê tawana kuştina melayekê, ji bo glopa otomobîlê kuştina ciwanekî mînakên ecêb ên tawanên li Kurdistanê ne. herwiha tawanên bi vî awayî yên, ku mirov matmayî dikin, tenê li Kurdistanê pêk nayên û li welatên pêşkeftî yên cîhanê jî çêdibin. Lê cudahiya di navbera ya me û ya wan de, çanda raftara li hember tawanê ye. Çanda rûbirûbûna me ya tawanan pişta xwe nade yasayan. Berovajî bikaranîna yasayan dixin xizmeta tawanan! Ji bo vê mînakekê bînim:
Çend sal beriya niha “Yasaya tekoşîna li dijî tundûtijiya nav malbatê” di Parlamentoya Kurdistanê de hate pesendkirin. Ev yasa di asta Rojhilata Navîn de pir pêşkeftî bû. Lê derbarê cîbicîkirina van yasayan de gelek gilî û gazind hebûn û niha jî hene.
Çavkaniya vê pirsgirêkê jî ev e; di demekê de, ku divê dadwer van yasayan cîbicî bikin lê di rastiyê de beşek ji wan dadweran bi van yasayan bawer nakin. Meşaxurên cîbicîkirina desthilatê, gelek caran bi zanebûn an ne bi zanebûn desthilata yasadanînê bikartînin. Ev yek jî ligel wan yasayan nagunce ku ji bo parastina wan, meaş werdigrin! Bi taybetî di van pirsgirêkên civakî de, danûstandina ligel yasa û çandê û ne çespandina serweriya yasayan dihêle, ku hemwelatî bixwe ji karbidestan bwer nekin. Di nav civakê de jin qurbaniyên herî mezin ên vê diyardeyê ne.
Şêweya danûstanina polîs ya ligel dosyeya van du qurbaniyan, mînakeke balkêş a tundûtîjiya li hember jinan e, ku di hîmê civaka kurdî û sazî û dezgehên wê de rûniştiye.
Piştî eşkerebûna tawana kuştina van herdu kesên koçber, Rêveberê Polîsên Hewlêrê bi germe germ li pêş çavê kamerayan ji medyayê re got: “Di lêkolînên destpêkê de derdikeve, hinek kesan hevkariya tawanbar kirine. Li gorî gotegotan jin bûye sedem da tawanbar xwe bigihîne malê.”
Bala xwe bidin, çi tometekî mezin û giran dixin ser qurbaniyê tawanê! Ev ne gotinên xelkê kolan û bazarê ne. Ev gotinên parêzerê yasa, mal û kerameta hemwelatiyan e. Ew jî pişta xwe dide lêkolînên destpêkê!
Weke ku ji nav jî diyar e, lêkolînên destpêkê ne, lê qet ew lêkolînên destpêkê paşî naguherin. Li hember du mirovan tawana herî mezin hatiye kirin, hatine kuştin. Lewma divê hemû tiştek bikeve pişt vê tawanê.
Pirs ev e; di demekê de, ku hê jî termê qurbaniyan li erdê ye, çi dibe sedem, ku “parêzerê yasayan” bikeve nav babetekî wiha? Gelo ma axavtinekî kesê tawanbar polîs hand aye, ku tometekî wiha giran bixe ser qurbaniyan? Gelo ev şêwazê helwestwergirtina polîs û daxuyaniya wî, bicîhanîna erkê yasayî ye yan bi awayekî ne zanebûn reftarekî şovenîzma zilam e?
Şovenizm kirdarên yekalî yên kesekî yan jî komekê ya li hember kes an jî komên din. Şoenîzma zilam jî bilindkirina hestê rik û kînê ya li hember zayenda din e. Liser aqliyetekî zilamtî û ji bo şespandina pêwendiyên yekalî yên nav civakê ne. Makîneya şovenîzmê dema ku grûbek an jî kesek weke dijmin tê pênasekirin, kar dike. Di şovenîzma zilam de neyar “Jina nayê heskirin, an jî nayê xwestin” e. Ev yek li gorî exlaqê zilamtiyê ya di nav civakê de tê sepandin lê rewatî û kerametiya wî di nav civakê de dikeve bin pirsyaran.
Di bûyera kuştina jin û zilamê efrînî de jî daxuyaniya polîs, gelek tiştên girêdayî yasa û çand de ji me re eşkere dike. Rêveberê Polîs di destpêkê de bi gotinên nîvço dest pê dike: “Ji bo gihandina tawanbar hevkarî hatiye kirin.” formê van gotinan di ferhenga axavtina me ya rojhilatî de pir aşîna ye û tê zanîn. Kî bûye hevka? Çawa hevkarî kiriye? Ji bo çi bûye hevkar?
Ev gotinên ne zelal bingeha şik û gumanan li mejiyê mûxataban de çêdike, herwiha derfetê jî dide, ku her kes bi şêweyê xwe ligel mijarê bide û bistîne. Ev yek raste rast wê mekanîzmaya gotegotan berhem tîne. Gote got an jî gotinên nehatine piştrastkirin. Polîs rastiya nehatiye piştrastkirin tîne ziman. Jixwe jin û keçên welatê me, ji ber van gotegotan, an jî gotinên nehatine piştrastkirin dibin qurbanî, xwwîna wan tê rijandin û destê xizm û kesên wan diçe canê wan!
Di yekemîn roja bûyerê de hemû tiştên derbarê tawanê de eşkere dibin lê lê dîsa polîs nikare xwe bigre û gotina di dilê xwe dibêje: “Li gorî gotegotan, jin bûye sedem, ku tawanbar xwe bigihîne male.” Mabest ji jinê ew e, ku ew jina qurabî ya nû hatiye kuştin, ti rêyek wê nîne li hember vê tometa mezin kerameta xwe biparêze.
Di vê derê de pêwîste 3 xal liberçav bên girtin:
Yekemîn: Gunehbarê kujer dikare tawanekî wiha mezin bike lê piştre dikare ji box we bê tawan nîşan bide hemû tiştan bêje, ji tawana xwe re şêrîkekê destnîşan bike. Li ku dera cîhanê piştî tawaneke wiha, derbarê lêkolîna bûyerê bi germ û germî daxuyaniyeke wiha tê dayîn?
Duyemîn: Wêneyê odeya razanê ya qurbaniyan dide nîşandan, ku asta jiyana vê malbatê ji ya koçberên kampnişîn bilintri e. Baş e ma kî dizane ew tawanbar ji bo diziyê neçûye vî malî? Ma sedema çûna tawanbar, tiştekê ji tawan diguhere? Kîjan yasa rê dide polîs da ku bi xemsarî, bêyî ti belgeyekî mehkemeyê, wêneyên ron ên tawanbar û qurbaniyan biweşîne?
Sêyemîn: Dema polîs bi xemsarî dibêje, li gorî zanyariyên piştrastnekirî, jinekê qrubanî bi xeletî dike şêrîkê tawanê. Dibe birêz rêveberê polîs jî ji me hemûyan baştir bizane, ku dema di civaka me ya mêrsalar de jinekê zewicî ji bo zilamekî xerîb derî veke, êdî bêyî lam û cîm deriyê dojeha nefreta civakê ji xwe re vedike. Ji vê tometê kêmtir, tometên din jî be bes in ji bo jinekê da ku di nav civaka me de bikarin kerameta wê bişkînin. Eger nemiribe jî di nav civakê de serê wê nizim dibe, digindire diçe nav dirkên nefret û haşalêkirinê.
Ez nizanim ka çi biser xizm û malbata wan koçberênb qurbanî de hat. Lê bêguman ev gotinên Rêveberê Polîs dikarin bibin sedema fîtneyekê mezin di navbera xizmên herdu qurbaniyan de. Herwiha dikare bibe sedema rijandina xwîneke zêdetir û dirêjbûna zincîra tawan û tawankariyê.
Di jîngehekê de, “Zilamên yasayan cîbicî dikin” bi vê çand û aqiliyetê ve danûstandinê ligel tawan û tawanbaran bikin, ne ecêb e, ku qurbaniyên zindî û yên mirî jî nekarin bi hêsanî û bi yeksanî serê xwe bilind bikin!