Hawara Celadet Bedirxan bi zimanê Kurdî

Stenbol (Rûdaw) – 84 sal berî niha Celadet Elî Bedirxan ji malbata mîrên Bedirxan ên Cizîrê di 15ê Gulanê de yekemîn hejmara Kovara Hawar çap kir û weşand û ji ber wê jî 15ê Gulanê wek cejna zimanê Kurdî hatiye binavkirin.

 

Îro 15ê Gulanê roja cejna zimanê Kurdî ye. 84 sal berî niha di 15ê Gulan a sala 1932an de Celadet Elî Bedirxan yekemîn kovara kurdî bi navê Hawar çap kir.

 

Bi boneya çapkirina yekemîn kovara bi zimanê kurdî, salane li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi bername û çalakiyê taybet pêşwazî li wê rojê dikin.

 

Li Bakurê Kurdistanê zêdebarî pêşketinên teknoljîk, zanistî û çêbûna derfetên cuda li pêşiya zimanê Kurdî, lê belê hêj zimanê Kurdî di metirsiyê de ye û qedexeya ser zimanê Kurdî hêj bi timamî nehatiya rakirin.

 

Hevserokê Peymangeha Zimanê Kurdî li Stenbolê Samî Tan derbarê rewşa zimanê Kurdî de ji Rûdawê re ragihand: “Pêşketin hene, lê mirov hêj nikare bêje ku Kurdî, Kurmancî ji xeterê rigzar bûye. Lazime ku zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke fermî û zimanê perwerdehiyê. Partiyên siyasî yên Kurd jî gerek bernameyek bo ziman hebin.”

 

Rewşa zarava Zazakî ji ya Kurmancî jî xirabtir e û li gor UNESCOyê Zazakî yek ji wan zaravên zimanî ye ku ber bi mirinê ve diçe.


Her sal nêzîkî 300 pirtûk bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên çapkirin û herwiha bi dehan radyo û televizyon û bi sedan malper û kovar bi zimanê Kurdî hene û heta qederekî baş hêz didin zimanê Kurdî.