ZIMANÊ KURDÎ – ‘Pêşketin hene lê ji xetereyê rizgar nebûye’

15-05-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Cejna Zimanê Kurdî ku salên dirêj in tê pîrozkirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi bernameyên cihê tê pêşwazîkirin.  Zimanê kurdî tevî pêşveçûnên teknolojîk û zanistî, hîn jî bi qedexe û astengiyan di rojevê de ye. Her çiqas ku di warê medya û înformasyonî de derfetên fireh ji kurdî re hatibin vekirin jî, li gorî zimanzanan siyaseta cihê dibe sedema pêşneketine kurdi.


Bi minasebeta hejmera yekem a Kovara Hawarê ku beriya 84 salan ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatibû çapkirin, 15ê gulanê weke cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin. Lê tevî hemû derfetan kurdî ji ber sedemên cihê hîn jî negîhîştiye asta ku  tê xwestin.


Hevserokê Enstutiya Kurdî ya Stenbolê zimanzan Samî Tan ji Rûdawê re derbarê rewşa zimanê kurdî de wiha got: “Helbet pêşketin hene lê em nikarin bi taybetî jî ji bo Bakur bêjin ku zimanê kurdî ji xetereyê rizgar bûye. Ji bo ku ev valahî ji holê rabe divê zimanê kurdî bibe xwedî statûyeke fermî. Bibe zimanê perwerdahiyê. Ji bo vê jî  beriya her tiştî divê tevgerên siyasî yên kurd divê bernameye wan ya zimanî hebe.”


Edîtorê Wêşanxaneya Fam Devrîm Tekînoglû jî wiha got: “Di rapora UNESCO zazakî di nava wan zimanan de ye ku li ber mirinê ye.  Li gorî me rewş ji vê jî xirabtir e. Li malan êdî zazakî nayê axaftin.”


Di halê hazir de bi dehan televîzyon, rojname, radyo, bi sedan malperên înternetê û medya civakî hêzeke balkêş digihîne kurdî. Her sal nêzikî 300 pirtûk têne çapkirin û fêrbûna zaravayên kurdî jî her geştir dibe. Lê ji ber ku kurdî her di atmosfera şer û tund de maye, xetereya heyî jî berdewam e.


Edîtorê Wêşanxaneya Avesta Abdulah Keskîn jî got: “Rewşa zimanê kurdî di her warî de dema ku em bi zimenê miletekî din re miqayese dikin rêyek pir dûr û dirêj li pêş me ye. Helbet di dema me de zimanek wek berê bi tu awayî wenda nabe. Mebesta me ne ew e. Wek zimanekî ku bi rasî bibe zimenê jiyanê. Vê gavê kurdî ji wê yekê dûr e.”


Mamosteyê Zazakî Îrfan Kûş diyar kir ku  nifûsa kurmanc û soranî ji ya zazakî zêdetir e û got: “Ji bo vê zazakî li gorî herdû zaravayên din paş de maye. Ya din jî kurmancî li hemû parçeyên Kurdistanê tê axaftin. Lê zazakî tenê li parçeyê Tirkiye tê axaftin.”


Li gorî zimanzan û pisporan divê siyaseta kurd helwesta xwe bi temamî li ser zimanê zikmakî biafirîne da ku ziman bigîhije cihekê bi ewle. Li aliyê din zarok jî fêrî zimanê zikmakî bêne kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst