Girtîgeha Amedê dibe muze

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin Girtîgeha Amedê, ku di derbeya 12ê Îlonê de wek navenda îşkenceyê bû, herwiha bûye mijara roman, fîlm dê bibe muzexane.

 

Serokê Geşkirina Aboriya Xwecihî ya Şaredariya Mezin yê Amedê Necatî Pirinçcioglu di civîneke de diyar kir, Girtîgeha Amedê bi hewldana ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  serkêşiya wê dike û saziyên civaka sîvîl piştgiriyê lê dikin dê veguhere muzexaneyê.

 

Pirinçcioglu da zanîn, her kes dixwaze ev cihê wehşetê bibe muzexane û li ser vê yekê jî nîqaşên cidî tên kirin û wiha domand: “Piştî ev mijar hatiye rojevê di raya giştî ya Tirkiyeyê de qederekê deng vedaye."

 

Pirinçcioglu derbarê hewldanê de agahî dan got, "Bi serkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weqfa 78an, TUHAD-FED, MEYADER, ÎHD, Baro, TMMOB û hin sazî hatine cem hev, ji bo zindana Amedê bibe muzexane nîqaş meşandine û di encamê de biryar dane ku ev hewldan bibe hewldaneke sazûmanî."

Pirinçcioglu amaje kir ku wan li Sumerparkê "Navenda Koordînasyona Girtîgeha Amedê" ava kiriye û got, ewê 18ê Gulanê saet 16.00 bi beşdariya şahidên wê demê bê vekirin.

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu jî meha Çileyê serdana Amedê kiribû û wiha gotibû: “Ji bo ku em Amedê bikin navenda çandê emê Girtîgeha Amedê bikin Muzexaneya Amedê.”