Karayilan: Tecrîd li Ocalan tê kirin

15-05-2015
Mihyedîn Hisên
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê Murad Karayilan dibêje divê her kes bizane ku her tiştek sînorê wê heye, ev meheke ku hevdîtin ligel Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatine astengkirin û ti agahî ji wî tune ye.

 

Karayilan ji rojnameya Yenî Ozgur Politîkayê re ragihand ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) agirbest şikandiye û got ku nebûna ti xeberî ji Îmralî li cem me ragihandina şer e û tekez kir ku ji aliyê xwe bi tenê ve agirbest berdewam dike.

 

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) herî dawî di 5ê Nîsanê de serdana Ocalan kiribû û tevî ku piştî wê çend caran serî li wezareta dadê da, daku serdana Ocalan bikin lê daxwaza wan nehat qebûlkirin.

 

Li gorî zanyariyan, Seroka koma HDPê di Parlementoya Tirkiyê de Pervin Buldan gotiye ku biryar e şandeya Îmraliyê ji bo gotûbêjkirina çend pirsan di çend rojên bê de serdana Qendîlê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst