Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel re civiya û piştgiriya xwe nîşan da.
Boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayelê ji parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê li ser vexwendina Arîn Mesrûr Barzanî hate Başûrê Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel pêşwazî kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê di daxuyaniyekê de ragihand:
“Serokwezîr pîrozbahî û destxweşî li boksorê cîhanî yê Kurd kir ku di van demên dawiyê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî Şampiyoniya Cîhanî ya Boksê ya kêşa giran WBCyê bi dest xist.”
Hat ragihandin, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji boksorê Kurd Agit Kabayel re xwest û piştgiriya xwe jê re nîşan da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, Agit Kabayel jî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got:
“Wî kemera xwe ya şampiyoniyê wekî rêzgirtin pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir.”
Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî xwe û Agit Kabayel parve kir û got:
“Îro bi dîtina Agit Kabayel, şampiyonê me yê Kurd, şad bûm. Serkeftina te şanazî ye. Destxweşiyê li te dikim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 15, 2025
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
🥊 ❝Ez bi dîtina şampiyonê me yê Kurd Agit Kabayel kêfxweş bûm❞#AgitKabayel pic.twitter.com/0XRb9Tv5H6
Agit Kabayel kî ye?
Agit Kabayel Kurdekî ji Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.
Ew niha li bajarê Bochumê yê Almanyayê dijî.
Agit Kabayelê ku boksorekî profesyonel e heta niha li Almanya û Ewropayê beşdarî gelek şampiyoniyan bûye û gelek serkeftin bi dest xistine.
Li gorî Kovara The Ringê, boksorê Kurd di nav 10 boksorên herî baş ên cîhanê de cih digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse