Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha ji sedî 40ê zeviyên bi mayîn ên Herêma Kurdistanê ji wan mayinên ku lê hatine danîn nehatine paqijqkirin.
Herêma Kurdistanê yek ji wan welatên cihanê ye ku herî zêde mayin di nav erdên wê de hatine bicîhkirin.
Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê Elî Ebdulrehman dibêje, pirsgirêkên wan gelek in û dixwazin pêdiviyên wan bên dabînkirin.
Her wiha dibêje, hikûmetê 40 otomobîl ji bo dezgehê wan kirê kirine.
Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê tevlî bultena Hîwa Cemal bû û ji Rûdawê re got:
"Hîn jî mayinên li bin zeviyan gefeke mezin in li ser welatiyên Kurdistanê, salên borî nêzîkî 14 hezar kes ji ber mayinan canê xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Her wiha mayin rê li ber pêşveçûna kerta aborî û çandiniyê û geştyariyê û avedankirina gundan girtiye."
Li gorî salên borî îsal bûyerên teqîn û mirin û birîndarbûnên ji ber mayinan gelekî zêdetir bûne û li gorî wê amara ku bi destê Rûdawê ketiye, ji ber bûyerên teqîna mayinên li çiya û deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê îsal 4 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Ev bûyerên ji ber mayinan rûdane hemû li hemû li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê pêk hatine.
Divê were gotin ku sala borî tenê kesek ji ber rûdanên teqîna mayinan birîndar bûbû.
Li gorî amareke Elî Ebdulrehman eşkere kiriye sala borî, Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 15 hezar mayin û teqemenî rakirine.
Her wiha nêzîkî yek milyon metre çargoşe erd jî ji mayinan hatine paqijkirin.
“Pêvajo hêdî bi pêşve diçe”
Elî Ebdulrehman amaje bi xetereya mayinan kir û got:
"Ji sedî 60ê axa bi mayin a Herêma Kurdistanê hatiye paqijkirin û ji sedî 40 jî maye ku were paqijkirin, ew qada ku maye nêzîkî 250 milyon metre çargoşe ye, ji wê rûberê ji sedî 47ê wê dikeve sînorê Hewlêrê û li devera Sîdekan û Balekayetiyê ye.”
Elî Ebdulrehman diyar kir ku ji ber kêmbûna tîman û nebûna çavkaniyên mirovî û pêdiviyan pêvajoya paqijkirina erdên bi mayin hêdî bi pêş ve diçe.
Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê behsa kêmasiya derfetên tîman jî kir û got:
"Kêmasiyên me gelek in, ji aliyê çavkaniyên mirovî ve li Hewlêrê 9 tîmên mayinan radikin hene, pêdiviya me bi tîmên zêdetir heye.
Ji bilî vê pêdiviya me ya sereke nebûna otomobîlan e, ew otomobîlên ku niha em bi kar tînin, otomobîlên mîrî ne.
Ew otomobîl hemû yên wan rêxistinan bûn ku berê li Herêma Kurdistanê kar kirine û piraniya wan 25 heta 30 sal temenê wan heye.
Otomobîl bi xwe bûne pirsgirêk ji bo tîmên me ku ti mercên ewlehiyê di wan de nînin.
Me xwestiye ku otomobîlên zêdetir ji me re bên dabînkirin."
Hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna otomobîlên Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê sala borî 48 otomobîl ji dezgehê re kirê kirin.
Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Herêma Kurdistanê, 12 otomobîl radestî Rêvebiriya Giştî ya Dezgeha Kar û Barên Mayinan a Hewlêrê re kirin.
Elî Ebdulrehman li ser kirêkirina otomobîlan jî got, “Eger bi rêya kirêkirinê jî berdewam bike her baş e, çimkî armanca me ew e ku em di karê rakirina mayinan bidomînin."
Mayinên li Herêma Kurdistanê
Herêma Kurdistanê yek ji wan welatane ku herî zêde mayin di nav zeviyên wê de hene.
Li gorî rêxistinên navneteweyî yên taybet li ser mayinan raporan belav dikin piştî Angola û Efxanistanê Herêma Kurdistanê di rêza 3yem a cihanê de ye ku herî zêde mayin lê hene.
Tê texmînkirin ku 10 heta 12 milyon mayin li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine danîn.
Mayinên li Herêma Kurdistanê di serdema rejima Beisê ya Îraqê de li hemberî Pêşmergeyan hatine danîn.
Divê were gotin ku gelek mayinên ku rejima Beisê li herêma Raperînê danîne ew mayinin ku hatine qedexekirin.
Li aliyê din di serdema şerê Îran û Îraqê de Îranê de bi milyonanan mayin li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê danîn.
DAIŞê jî piştî sala 2014an li herêma Mexmûr, Şingal û Giwêrê bi hezaran mayin li nav zeviyên Herêma Kurdistanê danîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse