Ji ber kêmbûna ava Gola Wanê rêya antîk derket holê

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Girava Çarxapanê Kêmbûna Avê Wan Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku ava Gola Wanê vedikişe û kêm dibe, nêzîkî ji sedî 60ê rêya antîk a ku ji bo çûyîna Girava Çarxapanê hatiye çêkirin û kîlomêtreyek e, derket ser rûyê avê.

Ji ber hişkahî û hilmbûna zêde, ava Gola Wanê kêm bû û ji qeraxan av vekişiya û hin avadaniyên dîrokî û mîkrobiyolîtên ku di çendîn hezar salan de çêdibin, bi ser rûyê avê ketin.

Van salên dawî bi kêmbûna ava golê re rêya antîk a ku diçe Girava Çarxapanê bi ser rûyê avê ket.

Keşîşxaneya Ktoutsê lê ye

Ev girav di nava golê de yek ji giravên herî mezin e û Keşîşxaneya Ktoutsê lê ye.

Gelek kes her sal giravê ziyaret dikin.

Nêzîkî ji sedî 60ê rêya antîk bi ser rûyê avê ket û qismê ku derneketiye ser rûyê avê jî diyar dibe.

Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ragihand ku Urartuyan Hewzeya Gola Wanê her wext bi kar aniye.

“Urartuyan li ser Gola Wanê pergaleke çûyîn û hatinê ava kiriye”

Rafet Çavuşoglu diyar kir, gelek wargehên derdora Gola Wanê ji dewra Urartuyan mane û wiha domand:

“Heta Tetwanê li seranserê qeraxan Kelehên Urartuyan hatine avakirin.

Li hemberî Girava Çarxapanê wargeheke Urartuyan heye, ji Keleha Wanê dest pê dike û hem di bejayê re hem di ser golê re çûyîn û hatin çêbûye.

Urartuyan li ser Gola Wanê pergaleke çûyîn û hatinê ava kiriye û wan ew timî bi kar aniye."

“Rê ji bo pêdiviyan hatiye bikaranîn”

Çavuşoglu diyar kir, Girava Çarxapanê, Serdema Navîn girîng dibe û wiha got:

"Li giravê keşîşxaneyek tê çêkirin. Piştî mîladê ji sedsala 9emîn pê ve ev keşîşxane vedibe.

Piştî avakirina keşîşxaneyê îhtimal heye ku di navbera girav û qeraxê de rêyek hebû û em dikarin bibêjin ku ew rê bi keviran hatiye çêkirin.

Bi qasî ku pêdiviyên keşîşxaneyê pêk werin û keleskeya hespan karibin tê re herin û werin, rêyek hatiye çêkirin.

Ji keşîşxaneyê heta niha qismê dêrê maye û heta sedsala 19emîn jî ev der dihat bikaranîn. Ji bo pêdiviyên vê derê ev rê timî hatiye bikaranîn.

Van demên dawî bi kêmbûna ava Gola Wanê re em dibînin ku rêya antîk derketiye ser rûyê avê.

Bi qasî ku em dibînin ji sedî 60ê vê rêyê derketiye holê. Eger hişkahî dewam bike, rê dê bi temamî derkeve holê û mirov dê karibe peyatî here giravê û were."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst