Nêçîrvan Barzanî tîma Dihokê pîroz kir

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dihok Şampiyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."

Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Kluban a Kendavê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.

"Li Kurdistanê dilê me hemûyan şad kir"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ji dil û bi germî pîrozbahyê li tîma Dihokê ya xoşewîst dikim ji bo serkeftna wê ya îro ku cara yekem bû şampiyona Kupaya Kendavê.

Wan bi vê serkeftinê û vê yariya ciwan û bihêz, li Kurdistan û seranserê Îraqê dilê me hemûyan şad kir. Em hemî şanazyê bi tîma Dihokê û vê serkeftinê dikin.

Yek bi yek destxweşiyê li hemû lîstikvan û berpirsên tîma Dihokê dikim ku cihê spasî û pêzanîn û şanaziya kurdistanê û hemî Îraqê ne.

Hêviya gelek serkeftin û bidestxistina gelek kupayên din ji bo wan dixwazim. Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin."

Serkeftina dîrokî ya Dihokê

Hefteya borî Dihokê û Qadisiye di gava yekem fînalê ya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê de li Kuweytê hatibûn hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bûbû.

Dihok û Qadisiye îro di gava duyem a fînalê de li stadyuma Dihokê hatin pêşberî hev.

Dihokê bi golên Siyabend Egîd (xuleka 66an) û Marlon Dos Santos (xuleka 90+2yan) 2-1 tîma Qadisiyeyê ya Kuweytê têk bir û bû şampiyon.

Cara yekem e ku tîmeke Îraq û Herêma Kurdistanê vê kupayê distîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst