Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Avdaniyê ya Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji bo bipêşxistina sektora çandiniyê wan kariye 3 mehên destpêkê yên îsal bi dehan kanalên avadaniyê nûjen bikin.
Ofîsa Avdaniyê ya Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di heman demê de jî santralên belavkirina avê nûjen dikin da ku av bi hêsanî û di dema xwe de bigihe nav zeviyên çandiniyê.
Bi gotina Hevserokê Ofîsa Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Elî, îsal 400 hezar dolar ji bo hemû beşên ofîsê hatine terxankirin.
“103 cih bi betonê hatine nûjenkirin”
Hevserokê Ofîsa Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Elî got:
"Ofîsa Avdaniyê çend beşan li xwe digire û 465 karmend lê kar dikin, yek ji wan beşan jî beşa parastinê ye ku di warê nûjenkirina kanal û paqijkirina pompa û coyan de kar dike.
3 mehên destpêkê yên îsal 103 cih li nav 48 kanalan bi qasî 38 metresêca bi betonê hatine nûjenkirin.
Me di heman demê de bi dirêjahiya 75 hezar metreyan coyên belavkirina avê jî paqij kirine.”
Tevî beşa parastinê, beşên belavkirina avê, çavdêrî, pompe, yasayî û tehsîldariyê jî hene û bi rêya van beşan kar û xebatên Ofîsa Avdaniyê xizmetê pêşkêşî cotkaran dike û çandiniya avî ni pêş dixîne.
“Kesên binpêkariyan dikin tên cezakirin”
Mihemed Elî her wiha got, “80 metresêca av di çirkeyekê de ji bendavê tê kişandin û pişt re li her 5 kanalên serekî yên mezin û kanalên biçûk tê belavkirin.
Beşa çavdêriyê binpêkirinan dişopîne û kesên binpêkar ceza dike, hevdem 101 pompeyên avê ji aliyê beşa pompeyan ve tên paqijkirin.
Heta niha 180 milyon lîre ji aliyê beşa tehsîldariyê ve ji cotkaran hatiye wergirtin."
Li gor Hevserokê Ofîsa Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser îsal 400 hezar dolar ji bo hemû beşên ofîsê hatine veqetandin.
Her wiha wan îsal li herêma Reqayê 93 hezar hektar zeviyên çandiniyê bi rêya kanalan av dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse