36 sal di ser Enfalê re derbas bûn: ‘Êdî xweşî ji çi re ye?’

Silêmanî (Rûdaw) - 36 sal di ser Komkujiya Enfalê re derbas bûn û êş û rondikên xizmên qurbaniyan nû bûn.

Xizmên qurbaniyên Enfalê hîn jî li benda xeberekê wan in.

"Êdî xweşî ji çi re ye?"

Elî Nûriyê ku ji Enfalê rizbar bûye got:

“Jiyan qet ne xweş e. Piştî Enfalê ew ên heval û hogirên te bûn neman. Êdî xweşî ji çi re ye?”

Hêsirên ku ew pîr kir, hêsirên ku porê wê yê reş spî kir hîn neqediyane û saleke din li xema bendewariyê zêde kirin.

Melîhe Mihemeda ku xizma qurbaniyan e anî ziman:

“Em dixwazin cenazeyên wan bînin? Ez çi ji Hikûmeta Îraqê bixwazim? Divê ew bi xwe hest bikin.”

"Divê em li ser wan bigirîn"

Xizma qurbaniyên Enfalê Resmiye Mihemedê jî got:

“Divê cenazeyan bînin û em li ser wan bigirîn û bibêjin ku ew zarok û bavên zarokan in.”

Îvaya nasnavê wê Şadî 36 salî ye û hemû endamên malbata wê hatin qetilkirin.

Ew di wesayîteke leşkerî de bûye ku jê re gotine Îva, nav otomobîlê cihê yekem ê girî û kenînê ya jiyana wê bûye.

Şadî Îsmaîlê da zanîn:

“Ez di hundirê Îvayê de ji dayik bûm, ji ber vê ew nasnavê min e.

Gelek pêwîstiyên me hene, bi taybetî jî ji hêla derûnî ve.

Heta niha alîkariya me nehatiye kirin û hêvîdar im hîn ku zû ye alîkariyê bikin.”

Li Çemçemala Silêmaniyê ji bo 36emîn salvegera Enfalê li Bîrdariya Enfalê merasîmek hat lidarxistin.