ERDEXAN - Madena zêran hat protestokirin

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Madena Zêran Erdexan Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mêrdînikê ya parêzgeha Erdexanê welatî û komeleyên jîngehparêzan li dijî biryara çêkirina madena zêran xwepêşandan kir.

Kompanyaya Koza Holdingê ji bo ku li taxa Gewrikê li zêran bigere destûra fermî wergirtiye û dê dest bi kolanê bike.

Gundiyên herêmê li dijî madena zêran derdikevin û dibêjin dê zerereke zêde bide xweza û erdnîgariya herêma wan.

Komeleyên jîngehparêz û gundiyên herêmê doh li taxa Gewrikê kom bûn û wan nerazîbûn nîşanî biryara vekirina madena zêran da.

Xelkê gund biryar protesto kir û daxuyaniyek da.

Xelkê diyar kir ku li herêma wan 2 hezar û 700 giya û kulîlkên endemîk hene û ew di bin gefa madenan de ne.

"Bêyî ku rapora ÇEDê hebe dixwaze bixebite"

Serokê Komeleya Parastina Hebûnên Xweza û Çandî ya Mêrdînikê Omer Turan got:

“Wekî hûn dizanin Koza Holding li Gewrikê di navbera çar gundan de bêyî ku rapora ÇEDê hebe dixwaze bi awayê vekirî zêr û sifiran derxe.

Encama serlêdana projeya kompanyayê ya daxwaza bi awayê vekirî derxistina madenê ku li Parêzgariya Erdexanê û Saziya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Erdexanê hatiye kirin diyar nebûye.

"Em li gundên xwe madenan qebûl nakin"

Piştî xebera me ji projeyê çêbû me lêkolîn li ser projeyê kir û me di çarçoveya ku dê ev çalakiyên madenê zererê bidin herêma me, me serî li saziyên fermî da û got, em naxwazin li gundên me maden bê vekirin.

Li aliyê din, me di hevdîtin û civînan de jî got ku em li gundên xwe madenan qebûl nakin.

Tevî ku 4 meh di ser re derbas bûn jî wan bersiveke erênî neda me û me jî pêwîst dît ku em vê daxuyaniyê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst