Qeyûmê Sêrtê çiqas deyn di stûyê şaredariyê de hişt?

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Sêrtê Qeyûm Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Sêrtê ragihand ku qeyûmê li pey xwe nêzikî 457 milyon lîreyan deyn hiştiye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) wekî hevserokên Şaredariya Sêrtê hatibûn hilbijartin.

Beriya hilbijartinan Şaredariya Sêrtê ji aliyê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya ve wekî qeyûm dihat birêvebirin.

Şaredariya Sêrtê deynê ku qeyûmê li pey xwe hiştiye bi afîşan li ser bîlbordên nav bajêr eşkere kir.

Di afîşên bi sernavê "Rewşa Deynê Niha ya Şaredariya Sêrtê" de hat diyarkirin ku qeyûm 456 milyon û 853 hezar û 781,39 TL deyn hiştiye.

Deynên Şaredariya Sêrtê ev in:

Banka Bajaran: 208 milyon û 481 hezar û 920,11 lîre

Misteşariya Xezîneyê: 87 milyon û 18 hezar û 223,75 lîre

Karûbarên Avê yên Dewletê: 29 milyon û 53 hezar û 585,35 lîre

Saziya sîgorteya civakî - Daîreya Bacê: 47 milyon û 316 hezar û 667,63 lîre 

Kompanyayên din: 84 milyon û 983 hezar û 384,55 lîre

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst