Li Siwêregê otomobîlê li zarokekî 6 salî da

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê Rihayê otomobîlê li zarokekî 6 salî da û di encamî de wî zarokî canê xwe ji dest da.

Li Kolana Faîq Bucakê ya Siwêregê dema Bunyamin Ozdemirê 6 salî dixwest derbasî hemberî rê bibe otomobîlê lê da.

Şofêrê otomobîlê ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bunyamin Ozdemir veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê wî canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina şofêr û otomobîla ku reqema wê nehat tesbîtkirin dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst