Li Kilîsê lewheyên Erebî tên rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo rakirina lewheyên Erebî xebatan hatin destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Kilîsê, Serokê Şaredariyê Hakan Bîlecen telîmat da ku li bajêr lewheyên Erebî bên rakirin.

Li ser vê telîmatê zabitayan li kargehan lewheyên Erebî kontrol kirin.

Di vê çarçoveyê de zabitayan lewhe û afîşên Erebî rakirin.

Zabitayan hişyarî da esnafên ku destûra wan a vekirina kargehê û karmeşandinê nîne.