Li Bismilê lehî: Avê da ser malan
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bismilê ya Amedê doh berêvarê baraneke boş bariya.
Li gundê Tepê yê Bismilê jî baran û teyrokê bandoreke neyînî li jiyana xelkê kir û lehî rabû.
Av li sêr rêyan gihişt hev û avê da ser mal û axurên xelkê.
Gelek mirîşk, dîk û elok li ber avê çûn.
Hat zanîn ku ji bo tesbîtkirina xisarên xelkê dê xebat werin kirin.