Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Siûdiyê daxuyaniyek li ser civîna şêwirî ya Wezîrên Derve yê Welatên Encûmena Hevkariya Kendavê û Wezîrên Derve yên Misir, Iraq û Urdinê belav kir.
Di daxuyaniyê de derbarê Sûriyê hat ragihandin ku li ser karê hatiye kirin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ku yekbûna Sûriyê, ewlekarî û aramî û nasnameya wê ya Erebî biparêze, wan nerîn pevguhertin û şêwrên xwe kirin.
Li gor daxuyaniyê li ser çareserkirina kirîza mirovî û peydakirina keşûhewaya guncaw ji bo gihandina alîkariyan ji bo hemû navçeyên Sûriyê û vegera penaber û koçberan ji bo navçeyên wan lihev kirine, herweha tekezî li ser wergirtina rêkarên zêdetir ji bo aramiya rewşê li tevahiya Sûriyê kirin.
Wezîran tekezî li ser girîngiya rûbirûbûna terorê bi hemû rêkxistinan ve û rûbirûbûna qaçaxçîkirin û bazirganiya madeyên hişbir kirine, behsa girîngiya parastina serweriya dewletî ji aliyê saziyên wê bi xwe ve kirine, ew yek jî bi armanca bidawîanîna hebûna milîsên çekdar û destwerdanên derve di Karûbarê Sûriyê de.
Wezîran tekezî li ser çareseriyê siyasî kirine weke take çareserî ji kirîza Sûriyê re û girîngiya hebûna roleke Erebî di bidawîanîna kirîzê de û danîna mekanîzmayên pêwîst ji bo wê role û zêdekirina şêwira di navbera welatên Ereb de.
Dr. Elî el-Hêl ku Mamosteyê Zanîngehê û Şîrovekarê Siyasî û Nivîskar ji Doha beşdarî bultena Rûdawê bû, behsa wê yekê kir ku Siûdiyê hewl dide parçeyên jihevketî yên cîhana Erebî bide hev ku ji ber bihara Erebî ji hev dûr bûn, Siûdiyê hewl dide jeopolîtka siyasî rêk bixe.
Dr. Elî el-Hêl diyar kir ku cudahiya nerînan di navbera welatên Ereb de asayî ye û di civîna duh de, egera vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî gotûbêj kirin û Qeter ne li dijî hikûmeta Sûriyê û ti mercên wê nîne lê dibêje, hikûmeta Sûriyê tişta ku pêwîst bike, nekir ji ber ku heta niha zêdetir ji 10 milyon penaber û koçber in li Urdin, Libnan û Tirkiyê ne, rewşa abûrî ya wan xirab e û pêwîste gerentiya selametiya wan ji aliyê Sûriyê ve bê dayîn ku neyên îşkencekirin, herweha Sûriyê heta niha ti rolek ji bo birêvebirina dewletê ne daye opozisyonê, Qeter ne tenê ye lê Misir, Kuweyt û Mexrib jî heman helwêst hene, ji bo heman sideman razî nebûne ku Sûriyê vegere, ji ber ku heta niha ew sedemên ku hiştin endamtiya Sûriyê bê rawestandin ne hatine çareserkirin.
Dr. Elî el-Hêl got jî, Qeter dixwaze Sûriyê vegere lê çawa dibe vegere kursiyê xwe yê vala di Komkara Erebî de û heta niha zêdetir ji 10 milyon kes penaber û koçber in û ti rolek ne daye opozisyona siyasî ya Sûriyê.
Dr. Ureyb el-Rentawî ku Rêveberê Navenda el-Quds ji bo Lêkolînên Siyasî ji Emana paytexta Urdinê ji Rûdawê re ragihand, niha arasteyek heye ji bo vegera Sûriyê ji bo cîhana Erebî û demeke dest pê kiriye ji ber ku di baweriya wan de ku şer li Sûriyê nêzîk bûye bi dawî bibe lê ji ber cezayan rewşa wê gelekî xirab e.
Rêveberê Navenda el-Quds diyar jî kir ku Urdin berî du salan li gel Serokê Amerîka behsa asayîkirina peywendiyan kiriye lê ji aliyê Washingtonê ve bi temamî nehat pejirandin lê çirayeke zer da Urdinê wate bi temamî qebûl ne kir.
Ureyb el-Rentawî diyar jî kir ku niha di nava welatên Ereb de sê araste hene, yeekm daxwaz dike bilez Sûriyê vegere Komkara Erebî û Îmarat serkirdayetiya wê yekê dike. Ya duyem jî vegera Sûriyê lê gav bi gav herweha arasteya sêyem jî redkirina vegera Sûriyê weke Qeter û hinek welatên din. Mexrib dixwaze helwêsta Sûriyê li ser biyaban û polîsaryo çiye heta ku helwêsta xwe diyar bike. Rentawî got jî, Misir jî dixwaze Sûriyê vegere Komara Erebî.
Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Besam Ishaq ji Washingtonê ji Rûdawê re diyar kir ku ew naxwazin diyalogeke li hikûmeta Sûriyê bê kirin ku li ser hesabê xelkê Bakurê Rojhilatê Sûriyê be. Di bersiva pirseke Rûdawê de, Besam Ishaq diyar kir heta niha ti piştevaniyeke navdewletî ji bo asayîkirina peywendiyan nîne lê pêwîste hikûmeta Sûriyê nikare hemû tişta dixwaze bidest bixe ji ber ku piştevaniya welatên Ereb ne bes e û nikare û nabe Rêveberiya Xweser û Bakurê Rojhilatê Sûriyê piştguh bixe ji ber ku 80% ya abûriya Sûriyê di destê wê de ye.
Endamê Encûmena Serokatiya MSDê aşkere jî kir ku heta niha ti gerentiyek ji bo Rêveberiya Xweser nîne lê diyalog hene, HSD ji hêzên navdewletî re piştrast kir ku ew hêzeke bi bandor in.
Şîrovekarê Siyasî Dr. Elî el-Hêl tekez kir ku Qeter wê li gel kom dengiya Erebî be û Sûriyê ji bo civîna bê ya Komkara Erebî hatiye vexwendin, hêvî jî xwest ku çareseriyeke rasteqîne bê dîtin û ne tenê weke derman nehiştina êşê bin.
Dr. Elî el-Hêl got jî, heta niha Qeter razî nebûye ku Sûriyê di civîna Komkara Erebî de amade bibe eger rê bi vegera ewle ya penaberan û hebûna rola opozisyonê di proseya siyasî de nebe.
Derbarê vexwendina Sûriyê ji bo civîna Komkara Erebî de, Dr. Ureyb el-Rentawî cîhan bi temamî niha tenê li pirsgirêka penaberan dinere û bê care ye û Pêwîstiya Sûriyê bi lihevtêgihiştinê li gel Hêzên Kurdî heye ji ber ku tenê Tirkiyê wan weke terrorist binav dike, heta Sûriyê jî wan weke terrorist nabîne.
Rentawî diyar kir ku pirsgirêka bazirganî û qaçaxçîtiya bi madeyên hişbir yek ji mijarên sereke ye ku hiştiye ku welatên Ereb dixwazin peywendiyên xwe asayî bikin û wê vegerînin Komkara Erebî.
Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Besam Ishaq diyar kir ku nabe Sûriyê careke din bi hişmendî û eqliyeta beriya sla 2011an hukim bike û reftarê bike û pêwîste guhertinên ku di 12 salên bûrî de çêbûne, li ber çavan bigire û mafê pêkhate û xelkê li ber çavan bigire û ti çareseriyeke siyasî nabe, eger hemû hêz û alî beşdar nabin. Got jî wna dît ew di çend salên bûrî ji ber Vetoya Tirkiyê, nikarîbûn beşdarî civînên navdewletî bibe.
Dr. Ureyb el-Rentawî ku Rêveberê Navenda el-Quds, ya girîng ji bo Uridnê ku Sûriyê neyê parçekirin û projeya Rêveberiya Xweser ji bo projeyeke cudabûna ji Sûriyê neyê guhertin û nabe serweriya Sûriyê bixe metirsiyê de. Rentawî got jî, helwêsta Urdinê ewe eger Şam û Rêveberiya Xweser li hev bikin, Urdin wê demê wê bê alî be lê tirsa Urdinê ji wê yekê ye ku Bakurê Rojihilatê Sûriyê nebe meydana yekalîkirina pirsgirêkên hêz û welatên derdorê.
Rentawî diyar jî ku vegera ji bo hişmendiya desthilata beriya 2011an, wê karesat be û nabe Kurd jî xewn bi wê yekê bibînin ku ji Sûriyê cuda bibin, wê karesat be ji bo Kurdan û daxwaz kir ku Kurd hişyar bin û nabe pişta xwe tenê bi Amerîka bigirin.
Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Besam Ishaq diayr kir ku heta niha hikûmeta Sûriyê bi erênî nêzîkî Rêveberiya Xweser nebûye û ti niyeteke wan ya cudabûnê nîne, tenê Tirkiyê dixwaze vê yekê weke hêncetan nîşan bide.


