Li Wanê rêyên ji berfê hatine girtin têne vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê  û çend gundên li navçeyên bilind tîm hewil didin rêyên ku ji berfê hatine girtin  careke din vekin.

Di çend rojên borî piştî baraneke zêde, pêleke berfê li beşek ji parêzgehên Herêma Serhedê destpêkir û ji ber berfê li navçeyên bilind rêyên hinek gundan hatine girtin.

Li navçeya Miksê ya Wanê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê hewil didin rêyên ku ji ber wê  berfê hatine girtin vekin.

Rêya gundên Turan, Koçkiran û Dagverenê yên Wanê yên li ser sînorê di navbera Rojhilatê û Bakurê Kurdistanê jî ji ber berf û pûkê hatin girtin û tîman  ji bo vekirina rêyên wan gundan jî dest bi xebatan kirin.