Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Me 23 barhilgir alîkarî gihandine Efrînê

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di alîkariyên xwe yên ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de berdewam e. Li gorî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, wan alîkarî gihandiye zêdetirî 517 hezar malbatan. Rayedarekî rêxistinê da zanîn ku wan heta niha 23 barhilgir kelûpel gihandine Efrînê û bi ser 3 hezar û 600 malbatan de belav dikin.

Endamê Desteya Rêveberiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an ji Rûdawê re ragihand, ew rojane zêdetirî 5 hezar xwarinên germ ji bo welatiyên Bakurê Kurdistanê amade dikin. Her wiha li Hatay a Tirkiyê jî ji bo 2 hezar kesan fitar û paşîvê amade dikin.

Rewac Hacî ku di heman demê de berpirsê dezgehê yê Sûriyê ye û niha li Efrînê ye anî ziman, “Bi alîkariya Navenda Hevbeş a Koordînasyona Krîzan a Herêma Kurdistanê, me 23 barhilgir gihandine Efrînê ku ji aliyê rêxistina Almanî THW ve hatine dabînkirin û dê li ser 3 hezar û 600 malbatan bên belavkirin.”

Alîkariyên di barhilgiran de ji betanî, doşek, xwarin, tiştên paqijiyê û jeneratoran pêk tên.

Rewac Hacî diyar kir ku alîkarî li Efrînê berdewam in û ji 3 hezar û 850 malbatên herêmê re nan tê dayîn ku her malbatekê 12 nan werdigire û got, “Heta destpêka vê mehê 9 hezar û 331 nexweş ji aliyê tîmên me yên tenduristiyê ve li Efrînê hatine dîtin û alîkariyên pizîşkî hatine dayîn.”

Li gorî amarên dawî yên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, 517 hezar û 709 malbatên ziyanmendên erdheja 6ê Sibatê, ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî sûd wergirtine. Li Bakurê Kurdistanê herî zêde li Mereşê alîkarî hatiye kirin ku ew jî ji 146 hezar û 426 malbat in. Her wiha li Efrînê jî alîkariya 118 hezar û 466 malbatan hatiye kirin.

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê:

- Xwarinên germ

- Betanî, doşek û balîf

- Ava vexwarinê

- Xwarinên hişk

- Xwarinên fast food

- Alîkariya pizîşkî

- Cilên cûrbecûr

- Kon

- Pere

- Pakêtên zarokan û şîrê zarokan

- Komir

- Pêdiviyên malê

- Amûrên lêkirinê

Cihên ku alîkarî lê hatine belavkirin:

- Mereş

- Semsûr

- Dîlok

- Riha

- Amed

- Meletî

- Efrîn

- Sîlopî

- Nisêbin

- Edene

- Hatay

Di 6ê Sibata 2023an de li Mereş a Bakurê Kurdistanê du erdhejên pileyên 7.7 û 7.6 çêbûn û bandor li Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kir. Di erdhejê de zêdetirî 55 hezar kesan li seranserî herêmê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 hezar kesan jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst