Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Heyva Sor a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di hefteya borî de 4 kes ji çiyayên li deverên cuda yên parêzgeha Kirmaşanê ketin û canê xwe ji dest dan.
Rêveberê Heyva Sor a Kirmaşanê Mihemedbaqir Mihemedî îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an ragihand, derengên roja 14ê Nîsanê çiyagerek li deverên çiyayî yên bajarê Şabadê yê parêzgeha Kirmaşanê ji çiyê ketiye û canê xwe ji dest daye.
Li aliyê din roja Înê danê sibê 2 çiyager li deverên çiyayî yên Peraw a bajarê Sehneyê ji çiyê ketine xwarê û yekî ji wan canê xwe ji dest daye.
Mihemedbaqir Mihemedî destnîşan kir, bûyer serê sibehê qewimiye û hêzên alîkariyê ji ber barana gur di demjimêr 8ê sibehê de gihîştine çiyagerê birîndar û li wir ew dermankirine û şandine nexweşxaneyê.
Her wiha li deverên çiyayî yên Sonqurî Kulya roja 11ê Nîsana 2023an welatiyekî 62 salî ji çiyê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.
Di 7ê Nîsana 2023an de jî xelkê peywendî bi Heyva Sor a Dalahoyê re danîne û ragihandine ku welatiyek ji çiyê ketiye xwarê û piştî 4 demjimêran hêzên Heyva Sor karîn cenazeyê welatiyê 60 salî ji deverên çiyayî derxînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse