Li Dêrsimê 3 berbijêrên jin ji bo bidestxistina kursiyekê di rikeberiyê de ne

Dêrsim (Rûdaw) - Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bûye qada hevrikiyeke tund ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê. Bi taybet bo jinan, ji ber ku berbijêrên yekem ên 3 partiyan ên vê parêzgehê jin in.

Ji bo bidestxistina yek kursiya xelkê Dêrsimê ya li Parlamentoyê berbijêra Partiya Çep a Kesk (YSP)  Ayten Kordu, Berbijêra Partiya Gel a Komarî (CHP) Husniye Karakoyun û berbijêra Partiya Tevgera Neteperst (MHP) Nilgun Dalkiliç di pêşbirkê de ne.

Berbijêra CHPê ya Dêrsimê Husniye Karakoyun anî ziman, “Serokê me yê giştî birêz Kemal Kiliçdaroglu berî niha behsa ji sedî 50 kotaya jinan kiribû. Dêrsim yek ji wan cihên herî rast e ku berbijêrên jin bên nîşandan. Ji ber bajareke herî zêde rêz û xatirê li jinê digire û mafê wê diparêze. Ji ber wê jî nîşandana berbijêrek jin li gor min ne tesadûf bû.”

Berbijêra YSPê ye ku HDP bi logo û navê wê beşdarî hilbijartinan dibe. Jinên Dêrsimî dane pişt xwe û diçe vekirina ofîsa xwe ya hilbijartinê. Ew dibêje di nav partiyên siyasî de nûnertiya herî zêde ya jinê di partiya wê de ye.

Berbijêra Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu got, “Hema bêje li 32 cihan berbijêrên me yên jin di rêza yekem de ne. Di vî warî de ji Dêrsimê jî parlamentereke jin li dîroka têkoşînê tê. Layiqbûna vê û berdewamkirina nûnertiya wê jî berpirsyariyek mezin e. Em jî di zanebûna vê berpirsyariyê de ne û em dê hewl bidin wê jî herî baş bicihbînin.”

Di hilbijartinên dawî de Dêrsimê 2 kursî hebûn. Her du jî yên 2 berbijêrên mêr ên CHPê û HDPê bûn lê ev cara yekê ye Dêrsim di dîroka Komara Tirkiyê  de parlamentereke jin dê bişîne parlamentoyê. Xelkê Dêrsimê jî pêşwaziyê li vê biryara partiyên siyasî dikin.

Welatî Mehmet Turan anî ziman, “Baş e ku jin wek berbijêr nîşan dan. Jin ji mêran pêşdetir in. Em li Dêrsimê her tim qîmetê didin jinan. Jin bi nirx ji mêran bilindtir in. Me ev yek ji dê û bavên xwe wergirtin û me ev dît. Du jin dê di vê hilbijartinê de hebin, kî di hilbijartinê de bi ser bikeve ser xêrê be.”

Welatî Sevim Saglam jî got, “Dêrsim cihê jinan e. Hevala me ya jin hat hilbijartin, em weke jin gelekî kêfxweş bûn. Ji bo wê em îro li vir kom bûne. Ev girseya me li vir bi dawî nabe û em ê bi hêz bin û heta hetayê bidomînin.”

Beşdariya jinan di parlamentoya Tirkiyê de her sal zêde dibe. Di hilbijartinên giştî yên sala 2015an de 82 jin bûbûn endamên  Parlamentoyê û rêjeya wan ji sedî 14.9 bû.  Lê di hilbijartinên dawî yên sala 2018an de hejmara wan bo 104 parlamenteran û  rêjeya wan jî di nav 600 kursiyan de bo ji sedî 17.1ê zêde bibû.