Firokeyên şer Çiyayê Bêxêr bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê îro danê sibê Çiyayê Bêxêr ê navçeya Şêxanê bombebaran kirin. Welatiyekî ji gundê Mêrsîdayê ji Rûdawê re ragihand ku ti ziyanên canî çênebûne.

Welatiyê ji gundê Mêrsîdayê Ebdulsitar Mêrsîdî ji Rûdawê re ragihand, îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an di demjimêr 10:30an de firokeyên şer ên Tirkiyê du caran ser hev Çiyayê Bêxêr bombebaran kirine û diyar kir ku bombebaran bûye sedema tirs û nîgeraniya gundiyan.

Ebdulsitar Mêrsîdî her wiha destnîşan kir ku di nava sê mehan de ev cara çarem e ku Tirkiye heman cihî bi hinceta hebûna baregehên PKKê bombebaran dike.