Li Gola Wanê girtina masiyan ji bo sê mehan qedexe ye

15-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê Girtina Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji îro û şûnde li Gola Wanê, nêçîra masiyan ji bo sê mehan qedexe ye. Masîgirên Gola Wanê daxwaz dikin ku hevpîşeyên wan pabendî biryara qedexekirinê bin û dibêjin, îsal ji bo wan baş bû.

Gola Wanê gola herî mezin a Kurdistanê ye û rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Hersal zêdetirî 10 hezar ton masî ji vê golê tên girtin.

Li ber stran û awazên Kurdî torên xwe ji golê derdixin. Di roja dawî ya nêçîrê de jî Gola Wanê xêr û bereketa xwe nîşan dide.

Debera wan li ser nêçîra masiyên kefal ên vê golê ye. Lê salane ji 15ê Nîsanê heta 15ê Tîrmehê serdema zêdebûna vî corê masî ye û nêçîra wan tê qedexekirin.

Wate 3 mehan deriyê dahata wan tê girtin. Tevî vê jî ew daxwaz ji hevpîşeyên xwe dikin ku pabendî qedexeyê bin.

Mûsa Teran ku li Wanê masîgir e got, “Ev demsal gelekî baş bû. Nirx  û şertên hewayê jî gelekî baş bûn. Ji ber wê jî masîgir qet ne westiyan. Di vê qedexeyê de divê herkes xwedî li van masiyan derkeve. Divê ev masî jinavneçin. Ji ber ku herkes ji wan nan dixwe û nanekî dibe mala xwe. Ev masî nimeteke bo me.”

Masîgirên Gola Wanê dê di dema qedexeyê de belemên xwe li peravên golê yên li parêzgehên Wan û Bedlîsê rabigirin.

Kirîn û firotina masiyan jî di wê demê de qedexe ye. Kesên ku qedexeyê binpêbikin rûbirûyî yasayê dibin û di vî warî de jî amadekariyên pêdivî hatine kirin.

Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Wanê Îbrahîm Gorentaş got, “Me ji destpêka salê ve  dest bi  xebatên xwe yên bo qedexeya nêçîrê kiriye. Me bi  serokayetiya parêzgariyê bi hemû saziyên peywendîdar re civînek pêkanî. Me di civînê de destnîşan kir ku her saziyek dê di vê proseyê de çi erkî bike. Me di vê çarçoveyê de bi pereyê ku ji wezaretê hatiye dabîn kirin 12 otomobîl kirîne û ew radestî hêzên ewlekariyê kirine daku 7 roj û 24 demjimêran bo qedexeya nêçîrê bikarbînin.”

Gola Wanê mezintirîn Gola Kurdistanê ye û rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Hersal zêdeyî 10 hezar ton masî ji vê golê tên  nêçîrkirin. Dahata wan masiyan tenê   bo parêzgeha Wanê salane derdora 10 milyon dolar e.

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Wanê nêzîkî 15 hezar kes debara xwe bi nêçîrkirina masiyên Gola Wanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst