Baroya Amedê derbarê Umit Ozdag de gilî tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê, derbarê Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag de, ji ber gotinên wî yên derbarê berbijêrên HDPê û Partiya Çep a Kesk de, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî tomar kir.

Baroya Amedê derbarê Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag de ji ber gotinên weke “Kujer” û “yên ji çiyê daketîn” derbarê dengderên HDPê û Partiya Çep a Kesk de, bi sedema ku  “tawanê bi awayek vekirî reşkirina beşeke civakê ye” roja 15ê Nîsanê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî tomar kir.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê mijarê de peyamek belavkiriye û nivîsiye: “Derbarê Serokê Partiya Zaferê de; di dema çalakiyên bangeşeya hilbijartinê de ji dengderên HDP û YSPê re gotiye `Kujer`, `yên ji çiya daketîn` ev gotin ‘tawaneke, bi awayekî vekirî reşkirina beşeke xelkê ye’, li ser vî bingehê li Serdozgeriya Komarê ya Amedî gilî hatiye tomarkirin.”

Çi bibû?

Umit Ozdag roja înê 14ê Nîsanê li navçeya Kartal a Stenbolê dema di ber standa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk re derbas bibû gotibû “Binêrin kî li virin, yên ku ji çiya daketîn bajêr li virin.”

Di heman demê de 11ê Nîsanê Ozdag li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû: “Min serdana Standa HDP-Partiya Çep a Kesk kir, kesek tunebû, dibe ku çûbin çiyê.”

Herwiha Umut Ozdag di dema xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de dema bi keçe Kurd re hatibû rûbirûyî hev jêre gotibû “Tû naşibî kujeran”.

Ji ber van gotinan Baroya Amedê derbarê Umit Ozdag de gilî tomar kiriye.