Li Edene şerê du malbatan; bav û kurek hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregir a parêzgeha Edene ya Tirkiyê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de bavek û kurê wî hatin kuştin.

Li gor agahiyan, li Taxa Yunus Emre ya Yuregir a Edene êvara15ê Nîsanê di navbera du malbatan de ku tê gotin berê jî pirsgirêkên wan hebûne şerê bi çekan derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Di wî şerî de zarokê bi navê Salih Kiliç ê 15 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û bavê wî Abdurrahman Kiliç ê 44 salî giran birîndar bûye.

Birîndar bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêj hat veguhestin, lê tevî hemû hewildanên pizîşkî Abdurrahman Kiliç jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tê gotin, termê bav û kur bo otopsî şandine Morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Kesên ku ev bav û kur kuştîn heta niha nehatine desteserkirin.